‘Jinan têkoşîneke bê hempa li dijî dijminên azadiyê dane meşandin’

  • 17:16 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya 8’emîn a Kongreya Star bi nîqaşên girîng li ser rêxistina jinê didome.Jinan diyar kir ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinên kurd li dijî dijminên azadiyê têkoşîneke mezin hatiye meşandin. 
 
Kongreya 8’emîn a Kongreya Star ku bi dirûşmeya “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin, şoreşa jinê misoger bikin” tê li darxistin, bi nîqaşan didome. Piştî ku perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên derbarê xurtkirina xebatên jinê de hatin ragihandin, rapora du salan a kar û xebatên Kongreya Star hate xwendin. Jinan nîqaşên girîng li ser raporê kirin. 
 
'Bi sedhezaran kes ji ber şer koçber bûn'
 
 Jinan di niqaşên xwe de diyar kirin ku Şerê îro li Rojhilata Navîn tê rêvebirin, ne tenê şerekî leşkerî û siyasî ye, di cewhera xwe de şerekî îdeolojîk û çandê ye û wiha bardewam kirin, " Di vî şerî de bi taybet li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heta niha di serî de jin , zarok û bi hezaran mirov hatin kuştin.  Bi sedhezaran kes bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Li cihên weke Efrîn, Serêkanê û Girê Spî yên ku hatine dagirkirin, demografiya herêmê hatiye guherandin.  Nirxên madî, manewî yên gelên me hatine talankirin û cihên dîrokî hatine wêrankirin."
 
'Modela xweseriya demokratîk bû hêvî'
 
Di nîqaşên hatin kirin de jinan bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha gotin, " Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinên kurd, jinan bi xeta xwe ya parastina cewherî, bi vîn, biryardarî û girêdana xwe ya ji bo azadiyê, tekoşînek bê hempa li hemberî dijminên azadiyê dan meşandin.  Di encama vê tekoşînê de modela Xweseriya Demokratîk weke çareseriya esasî derket pêş.  Ev model ji bo hemû gelên alîgirên azadiyê yên li Rojhilata Navîn jî bû hevî. Careke din jinên kur biryardariya xwe ya ji bo birêxistinkirin û pêşdebirina tifaqên navbera gelan, jinan, baweriyan û çandan wek xebateke sereke danî pêş xwe." 
 
'Têkoşînê destkeftiyên mezin bi xwe re anîn'                                                                                                                                                                                                                       
Jinan diyar kir ku şoreşa hatiye kirin û tekoşîna li her çar parçeyên welat tê dayîn ji bo gelan û jinan deskeftiyên mezin bi xwe re anîne û wiha dirêjî dan niqaşên xwe. Gefên dewleta tirk hê jî didomin. Ji bo vê di rewşa heyî de xebatên parastina nirxên şoreşê divê ku di asteke stratejîk de bên  parastin. Bi parastina destkeftiyan em dikarin rê ji serkeftinên dîrokî re vekin. Wendahiyên ku bên jiyîn jî wê bibin sedema qirkirina gelan û jinan. Ji bo wê heta ku ji me bê divê em têkoşîna xwe xurt bikin."
 
Kongra bi nîqaşan didome…