'Kongreya me wê bibe wesîleya çareserî ya ji bo tevahî jinan'

  • 13:58 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
Roj Hozan-Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên ku tevlî kongreya 8’emin a Kongreya Star bûne derbarê pêşveçûna kongreyê  û xalên girîng ên ku di kongreyê de bên nîqaşkirin nêrîna xwe anîn ziman û wiha gotin: "Jin li kîjan deverê be di nava sîstema demokratîk de û xebatên heyî de, encamên ked û berxwedana jinê bi dest xistiye. Kongreya Star wê ji hemû dijminên ku dixwazin qirkirina jinan pêk bînin, bibe bersiv ."
 
Kongreya 8’emîn a Kongreya Star bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan, dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê mîsoger bikin" li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê bi beşdariya 300 delegeyên jinî tê lidarxistin. Jinên ku tevlî kongreyê bûne derbarê pêşveçûna kongreyê  û xalên girîng ên ku di kongreyê de bên nîqaşkirin nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.  
 
'Jinê di nava sîstema demokratîk de mohra xwe li şoreşê xistin'
 
Endama Koodînasyona Kongreya Star a Rojava Hîva Erebo di derbarê pêşveçûna kongreyê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Pişt du salan ên ji kar û xebateke têr û tijî me dikarîbû em Kongreya xwe ya 8’emîn ya Kongreya Star li dar bixin. Gelek pêşketin û gelek bûyerên bi êş, hem jî gelek serkeftin di van salan de hatin bidestxistin. Weke Kongreya Star di vê xebata xwe ya salên şoreşê de, êdî em ber bi pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hemû wateya gotinê ve, diçin. Jin li kîjan deverê be di nava sîstema demokratîk de û xebatên heyî de, encamên ked û berxwedana jinê bi dest xistiye. Di nava van herdu salan de gelek jinên pêşeng ên ku esasê vê şoreşê li ser mîrasê keda wan bi rê ve diçe, bûn hedefa êrîşan û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Kombûna ku îro li vê derê ji hemû pêkhateyan çêbûye, encamên keda jinên ku di nava Kongreya Star de di salên zehmet de têkoşîn dane meşandin, ev yek jî encama wê kedê ye." 
 
'Rengê Şoreşa Rojava rengê jinê ye'
 
Hîva di dewamiya axaftina xwe de xalên girîng ên ku bên nîqaşkirin bi bîr xist û wiha pê de çû: "Di van salên borî de gelek tiştên girîng hatin kirin. Helbet pergala Kongreya Star û rêxistina jinê niha jî  di asteke bilind de ye. Li vê derê jî îro wê pergala Kongreya Star bê nîqaşkirin. Helbet pirsgirêk û lawaziyên ku hatine jiyîn jî wê bên nîqaşkirin. Lê em vê dibînin, bi rastî êdî rengê Şoreşa Rojava rengê jinê ye. Di naveroka kongreyê de mijara zanistkirina jinan ji bo me girîng e û îro em ê li ser wê nîqaşên xwe bikin.  Kongreya me jî ji ber vê pêvajoya niha em tê de derbas dibin gelekî girîng e. Kongreya Star wê  ji hemû dijminên ku dixwazin qirkirina me bikin, bibe bersiv."
 
'Kongreya me ji bo çareseriyên pirsgirêkên jinan, gaveke din e '
 
Di dawiyê de Hîva hêviya serkeftinê ji tevahî jinan re xwest û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev kongreya me ji bo çareseriyan gaveke din e. Çareseriya pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin, yekîtî ye. Yanî niha em li gor salên destpêkê gihaştine asteke baş, niha em gavên xwerêxistinkirinê yên baş diavêjin. Konferansên ku li bajar û navçeyan hatin çêkirin ji me re kombûnek bû ku em bêtir xalên kongreyê bi nîqaşên li ser rêxistina jinê dewlemend bikin. Bi biryarên ku em bikaribin hemû barên şoreşê rakin weke jin, wê di kongreyê bên pêşxistin. Her wiha ji bo pirsgirêkên civakî û bandorên ku ser jinan hatine kirin, wê  hemû bên nîqaşkirin. Em bawer in ku dê kongreya me bibe wesîleya çareseriyeke dinê ya ji bo pirsgirêkên tevahî jinan."
 
'Pêwist e ji sûcdarên kiryarên li dijî jinan hesab bê pirsîn'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Daliya Henan derbarê kiryarên ku li dijî jinan hatine kirin, her wiha têkoşîna jinan a li dijî van kiriyaran nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: "Îro em kongreya xwe ya 8'emîn li dar dixin bi hêviyên ku em di vê kongreyê de careke din hêza jin bikin yek.  Her wiha  em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê, hovîtiya heyî û dijminên jinan mezin bikin û gavên şênber bavêjin. Em ê xebatên xwe yên rêxistinî bi nirxandin û cihê ku valatî tê de heye dagirin. Li hember îşkenceya ku îro ser jinan di herêmên dagrkirî de tên ferzkirin, em weke jin van sûcan belge bikin û dengê jin bi hemû jinên cîhanê bidin bihîstin. Komkujiyên ku di derheqê pêşengên me yên jin de hatine kirin divê em bigirin ber çavan û pêwist e em ji sûcdarên wan hesab bê bipirsin. Li ser wê bîr û baweriya tevahî jinan, em bi hêvî ne ku ev kongre bibe bingeha vegera hemû jinan a ji cih û warên wan re."