Li Minbicê teqînek pêk hat

  • 13:31 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
MINBIC - Li navenda bajarê Minbicê mayinek di hundirê wesayetê de teqiya û di encamê de jê 2 jin 4 sîvîl birîndar bûn. 
 
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin li garaja bajarê Minbicê ku cihekî tevgera gel lê pir zêde ye, mayinek di wesayetê de teqiya di encamê de jê 2 jin 4 sîvîl birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûne navên wan Fadile Îsa El-Himedê ya 50 salî, Emîne Abdull Azîz a 40 salî, Mihemed Ebedî yê 40 salî, Heyil Îsa El-Himedê yê 35 salî ye. Kesên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Emel ya bajarê Minbicê.
 
Hêzên ewlekariya hundirîn di derbarê teqînê de lêkolîn dane destpêkirin.