Li Rimêlanê 8’emîn kongreya, Kongreya Star dest pê kir

  • 10:51 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Star a Rojava 8’emîn kongreya xwe bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê mîsoger bikin" li bajaroka Rimêlanê li dar xist.
 
Bi amanca nîqaşkirina rêbazên pêşxistina rêxistinkirina Kongreya Star û bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê mîsoger bikin" Kongreya Star a Rojava 8'emîn Kongreya xwe dest pê kir. Piştî rêzekonferansên ku li tevahî bajar, navçe û kantonan hatin çêkirin û di nav de jî nêrîn û pêşniyarên jinan hatin girtin, îro jî kongre wê ser vî esasî dest bi bernameyê xwe bike. 
 
Kongre li bajaroka Rimêlanê ya navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê li navenda Çand û Hunera Aram Tîgran bi beşdariya 300 delegeyên jin ji tevahî rêxistinên jinan yên ku girêdayî Kongreya Star dest pê kir. Di kongreyê de jin ji hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê Kobanê, Cizîrê û Efrînê tevlî kongreye bûne. Her wiha nûnerên jin ji herêmên ereban Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrezorê ji bo kongreyê hatine vexwendin.  
 
Hola kongreyê bi wêneyên jinên têkoşerên azadiyê, alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsa "Li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e " û "Azadiya Rêber Apo soza jinê ye"  hatiye xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, dîwana kongreyê ji 5 jinan hat hilbijartin.
 
'Berxwedana jinên azad wê bi ser bikeve'
 
Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd ve hat kirin. Evinê kongreya 8’emîn li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Em bi  xêrhatina beşdarvanên jinê yên kongreyê dikin. Jina Rojava li Kurdistanê pêşengtiya sîstema demokratîk dikin û di oxira wê de canê xwe feda kirin.  Li beramberî faşîzmê em têkoşîna xwe didin meşandin. Di nava Sûriyeyê de şerê ku qewimî gelek alozî ji jinan re bi xwe re anî. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna jinê di astên herî bilind de ye û vê yekê hişt ku  jin rastî êrîşên giran bên. Hemû şerên ku ser civakan hatine ferzkirin bi xwe re encamên xerab anîn. Vê aloziyê tecawiz, tundî, qetilkirin û koçberî bi xwe re anî. Ev yek jî bandora wê herî zêde li jinan hat kirin. Jinan bi îradeya xwe avakirinên bi nirx bi xwe re anînin. Li ser vî esasî em ê hemû hêzên qirker têk bibin û rêxistina xwe xurt bikin. Berxwedana jinên azad wê bi ser bikeve."
 
'Bi ked û berdelên mezin me civaka xwe parast' 
 
Li ser navê Hêzên Yekineyên Parastina Jinê (YPJ) Zeyneb Efrîn wiha got: "Kongreya Star encama keda 40 salî ye û di nava hemû şertên zehmet de jinan  xwe bi rêxistin kir û kongreya xwe li dar xistin.  Jinên ku gihane asta şehadetê em wan bi bîr tînin. Ji bo ku şoreş bi ser bikeve her jinan têkoşîna serkeftinê dane meşandin. Ji bo ku em bikaribin di şerê xwe de bi ser bikevin, em ê rêxistina xwe xurt bikin. Jinê di hemû kar û xebatên xwe de guhertin bi xwe re anîn. Bi ked  û berdelên pir mezin me civaka xwe parastin, hîn jî berpirsiyartiya li pêşiya me heye. Planên ku ser şoreşa me hatine kirin barê me giran dike. Pêwist e em vê axê bi hemû jiyan û hêza xwe biparêzin. "
 
‘Yê ku pergala netewa demokratîk mayinde bike jina Rojavayê Kurdistanê ye'
 
Li ser navê Rêveberiya Xweser Hevseroka Desteya Rêveber Bêrîvan Xalid wiha got: "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, rêxistina jinê ev dirûşma ne tenê wisa hişt ku bi rastî vîna jinê bû bingeha şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jina ku bû rêveber dikarîbû îsbata wê bike. Şoreşa Rojava bi salan di zor û zehmetiyan re derbas bû û yên ku herî pêşengtî jê re kir jinên Rojava bûn. Di nav de jî jinên hemû netewan xwe dîtin û mohra xwe li serkeftina şoreşê xistin. Hêzên teror bi zîhniyeteke qirêj şerê me dikin û dixwazin dest bavêjin nirxên jin û jinan ji xwe re bikin hedef. Kongreya Star weke rêxistina jinê ji tevahî jinên cîhanê re bû mînak. Weke Rêveberiya Xweser jî dikarîbû bibe hêz ji bo hemû jinên ku di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin. Yê ku pergala netewa demokratîk mayinde bike jina Rojavayê Kurdistanê ye."
 
Piştî axaftinan, jinên têkoşerên azadiyê bi xelatkirina dayikên wan hatin bibîrxistin, her wiha sînevîzyonek li ser kar û xebatê Kongreya Star dê were pêşkêşkirin. 
 
Li gor bernameyê kongreyê dê perspektifên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di derbarê jinan de bê xwendin. Her wiha rapora Kongreya Star a du salên borî dê, bê xwendin û li ser wê dê nîqaşên girîng bên kirin. Paşê jî dê pêşniyarên jinan di derbarê kongreyê de bên guhdarkirin û dê biryarên bi encam ji nîqaşên jinan bên pêşxistin.
 
Her wiha dê di dawiyê de Koordînasyona Kongreya Star a Rojava  ji 5 jinan  bê hilbijratin. 
 
Niha jî kongreya 8'emîn ya Kongreya Star bi bîrxistina jinên têkoşerên azadiyê didome.