Piştî 21 rojan rêya M4'ê dîsa ket xizmetê

  • 10:20 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Piştî 21 rojan, yekem car e dîsa Hêzên Rûsya bi karwanê sivîlan re diçin Eyn Îsa û tên Til Temirê. Hûda El-Casim ku ji Dêra Zorê hatiye da ku derbasî Minbicê bibe wiha dibêje: " Ji ber hovitiya dewleta tirk û çeteyên wê em nikarin rêya M4'ê bi kar bînin."
 
Di 25'ê Gulana borî de di navbera Hêzên QSD'ê û Rûsya de hevpeymanek çêbû ku rêya M4'ê were vekirin. Hêzên Rûsya berpirsiyartiya parastina sivîlan girte ser milên xwe. Lê  ji ber sedemên ne diyar, 21 rojan Hêzên Rûsya rê girtin. 21 roj in sivîl tên bendî Hêzên Rûsya dimînin ku bi hev re derbasî Eyn Îsa bibin, lê bendewariya wan bê encam bû. 
 
Piştî 21 rojan dîsa Hêzên Rûsya rê vekirin, lê ji karwanê sivîlan ê ku hejmareke kêm hatibûn, asta bêbawerbûna bi Hêzên Rûsya, diyar dikir. Hûda El-Casim a ku ji Dêra Zorê hatibû ku bi karwan re biçe Minbicê axivî. 
 
'21 roj in ez li bendê me ku ez biçim Minbicê'
 
Hûda wiha dest bi gotina xwe kir:"Ev 21 roj in ez li bendê me ku ez biçim Minbicê lê her car jî Rûsya soz didan û rê venedikirin. Em jî tenê ji ber hovitiya dewleta tirk û çeteyên wê, topbaran ango komkujiyên di der heqê me de bîne ango me birevînin, nikarin rêya M4'ê bi kar bînin. Ji ber xeteriyeke pir cidî li ser jiyana me dide çêkirin."
 
'Metirsiya me ji têkçûna hevpeymanê heye'
 
Hûda da xuya kirin ku ew di wê mestirsiyê de ne ku hevpeyman têk biçe û wiha dirêjî da gotina xwe:"Piştî ku rê 21 rojan hate girtin, em di wê mestirsiyê de dijiyan ku hevpeymana navbera Hêzên QSD'ê û Rûsya de têk biçe. Ji ber yên ku herî zêde zirarê bibînin sivîl in."
 
'Daxwazên me ew e dagirker xaka me vala bikin'
 
Hûda bal kişand ser dirêjbûna rê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêya M4'ê ji rêya Ebyed a ku di Reqayê re derbas dibe, baştir e ji ber ku tenê 3 saetan dirêj dike. Hêviya me ew e ku hevpeyman têk neçe. Hêvî û daxwazê me ew in ku dagirker xaka me vala bikin û jiyan vegere wekî berê."