'Zarokên min bi moşekên dewleta tirk birîndar bûn'

  • 09:17 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Sîham Bozan a dayika ku du zarokên wê di encama teqîna moşekê de bi giranî birîndar bûn anî ziman ku jiyana wê her dem bi êş û zehmet derbas bûye û wiha got:"Hêviya min ew bû ku her tim ez zarokên xwe bi awayekî baş xwedî bikim, ji bo ku tu kêmasiyan di jiyanê de nebînin, lê ev bûyera ku di hundir mala min de qewimî û zarokên min bûn nîvmirov bi rastî jî ev êşeke mezin bû, lê dîsa jî xêrxwazan ez bi tenê nehiştim ez sipasiya her kesê ku bi min re bune alîkar dikim."
 
Dewleta tirk  her çend rojan carekê gundewarên Kantona Kobanê bi tank û topan topbaran dike, ji ber vê jî şêniyên gund her di nava metirsiyê de dijîn, ji ber êrîşan nikarin erdên xwe jî biçînin. Di vê dema dawiyê de dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li bajarê Cerablusê bi çekên giran êrîşî gund kirin, gelek caran komên girêdayî dewleta tir moşek avêtin welatiyan û hin ji wan jiyana xwe ji dest dan. Gelek caran moşekên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li gund dikevin û nateqin, lê ev yek zirarê dide şêniyên gund. Di 9'ê Cotmeha 2020'an de li gundê Borazê yê ku li Rojavayê Kobanê dikeve moşekeke dewleta tirk a ku berê hatibû avêtin û neteqiyabû du birayên hev dema pê dileyizin di destên wan de diteqe û di encamê de zarokê bi navê Mehmud yê ku temenê wî 18 salî ye herdu çav û herdû destên xwe winda dike û lingên wî jî seqet bûne û di hemû canê wî de birîn çêbûne. Di heman demê de birayê biçûk yê bi navê Muhemed Kamîl ku temenê wî 12 salî ye di encama teqîna moşekê de çav û destekî xwe winda kiriye. Piştî ku moşek bi wan de teqiya şêniyên gund her du zarok rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Dayika herdu zarokan, Sîham Bozan têkildarî bûyerê de ji ajansa me re axivî.
 
'Barê ku ez radikim barekî giran e '
 
Sîhamê behsa jiyana xwe û zarokan kir û wiha got: "Ez ji gundê Mezra Sofiyan im, li gundê Boraz bi Kamil Nasir e zewicîme, ev 7 sal in hevjînê min çûye ser dilovaniya xwe, ez dayika sê keçik û du lawikan im. Piştî ku hevjînê min mir her min hewil da ku ez bibim dayik û bavên van zarokan, lê jiyana min her timî bi zehmetî derbas dibû. Di 2014'an de çeteyan êrîşî bajar û gundewarên Kobanê kirin, ez û zarokên xwe ji ber şer em derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, ji ber rewşa me ne baş bû ez vegeriyam Rojava û li gundê Mezra Sofiyan bi cih bûm. Paşê dîsa ez vegeriyam Kobanê piştî wê cardin derbasî Bakur bûm ji wir derbasî Cerablusê bûm, ji Cerablûsê hatim Şêxlerê ji Şêxlerê derbasî Minbicê bûm herî dawî jî ez li gundê xwe Borazê bi cih bûm. Ji ber ku mirov çiqas bigere herî dawî li warê xwe vedigere û jiyana xwe li wir didomîne. Piştî ez vegeriyam Gundê Borazê min dest bi çandiniyê kir û xêrxwazan jî alîkariya min dikirin û hîna jî dikin. Her tim çavên min li benda mezinbûna zarokên min bûn ku alîkariya min bikin, ji ber barê ku ez radikim barekî giran e û gelekî zehmet e." 
 
'Zarokên min bi moşekên dewleta tirk birîndar bûn'
 
Sîhamê bal kişand bûyera teqîna moşekê û wiha got: "Li gund dawet hebû, zarokên min jî wek zarokên gund amadekariyên dawetê dikirin. Ez li gel cîranên xwe bûm. Lawikê min ên biçûk ê bi navê Mihemed yê 12 salî li ber pez bû, dema ji ber pez tê moşekekê bi xwe re tîne malê, dema ku birayê xwe yê bi navê Mehmud pê dihise ku moşek bi xwe re aniye, jê re dibêje ka bîne em ê vê moşekê vekin dema ku vedikin wê demê bi herduyan de diteqe, lê wê rojê dilê min ne rehet bû min hîs dikir ku wê bûyerek biqewime lê min nedizanî ku wê bi serê zarokên min de were. Dema herdu zarokên min bi hev re wiha bûn min her tim digot çima herdu bi hev re ne, ji ber herdu fêrî hev bûbûn û ji hev nediqetiyan, bi roj û şev ev zarok di bin çavdêriya min de bûn lê di dawiyê de wek min xwest nebû min her tim zarokên xwe ji şer diparast, lê ruxmî wê jî zarokên min niha bûne nîvmirov. Zarokên min bi moşekên dewleta tirk birîndar bûn. Ez tenê dixwazim zarokên min vegerin wek berê û kesên ku bikaribin bi min re bibin alîkar çi di aliyê aborî û manewî de be. Desteya Tenduristîyê ya Kobanê ji bo tedawiya zarokên min gelek alikarî dan min, di heman demê de xêrwxazan alîkariya min kirin. Ji ber ku rewşa zarokan giran e. Desteya Tenduristiyê wê di demek nêz de wan rakin Nexweşxaneya Şamê."