'Bi jêkirina darên zeytûnê xwezayê talan dikin'

  • 09:03 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
Raperîn Bekir 
 
ŞEHBA - Jinên Kantona Efrînê têkildarî kiryar û binpêkirinên dewleta tirk ên li Efrînê anîn ziman ku bi jêkirina daran tê xwestin xwezaya Efrînê bê talankirin û wiha gotin: "Bi dagirkirina Efrînê hemû cureyên binpêkirinan ji aliyê komên çeteyên dewleta tirk a dagirker ve li ser gel pêk hat. Li kêleka kiryarên derheqê gel de bi jêkirina darên zeytûnê xwezayê jî talan dikin."
 
Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe. Binpêkirina mafên li Efrînê tên kirin dewam dikin. Li gel revandin, qetilkirin, guhertina demografîk, binpêkirina jiyana gel bi jêkirina darên zeytûnê xwezayê jî talan dikin. Jinên Kantona Efrînê têkildarî jêkirina darên Efrînê ya ji aliyê koma Bin El-Weqas tê kirin, axivîn. 
 
'Bi jêkirina darên zeytûnê xwezayê talan dikin'
 
Fêroz Horo ya ji gundê Merwaniyê ya navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê ye bi lêv kir ku bi koçberkirin û dagirkirina Efrînê hemû cureyên binpêkirinê hatiye kirin û wiha got: "Dema ku em ji Efrînê koçber bûn, gelek komên çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ku nasnameya wan ne diyar e dest avêtin ax, hebûn û kevnariya Efrînê. Her wiha hemû cureyên tundiyê mîna qetilkirin, revandin, tecawiz û girtinê li ser gel heta niha tê meşandin. Hemû tiştên xerab û qirêj li ser gelê me yê resen tê meşandin. Dizî, xerakirin û binpêkirinên çeteyan têrê nekir niha jî darên zeytûnan dişewitînin û qut dikin. Her darek zeytûnê bi kedek mezin hatiye avdan û mezinkirin. Bi qutkirina daran re dixwazin vîna gelê Efrînê biçewisînin û xwezayê talan bikin." 
 
'Hezar darên min ên zeytûnê qut kirin'
 
Fêrozê di berdewamiya gotina xwe de diyar kir ku zêdetirî hezar darên  wan ên  zeytûnê hatine qutkirin û wiha pêde çû: "Derbarê kiryarên komên çeteyên bi navê Bin El-Weqas ê girêdayî dewleta tirk a dagirker bi derketina me ya ji Efrînê zêdetirî hezar darên me yên zeytûnê qut kirin. Ji ber her şaxek zeytûnê hêviya Efrîniyan bû, ji bo ku hêviyên me tune bikin darê zeytûnan qut dikin. Bi kîjan awayî dibe bila bibe armanca wan binpêkirina jiyana gelê Efrînê ye, lê bila bizanibin ku vîna Efrîniyan mezin e û li şûna darekê wê deh daran ji nû de biçînin."
 
'Ji bo guhertina nasnameya Efrînê darên zeytûnan qut dikin'
 
Nebîhe Mistefa ya ji gundê Merwaniyê  anî ziman ku heta xweza ji komên girêdayî dewleta tirk xelas nebe wê talan dewam bike û wiha vegot: "Da ku em xwe ji hovîtiya dewleta tirk a dagirker biparêzin em ji Efrînê koçber bûn, dibe ku me xwe parast lê xweza û darên me ji hovîtiya dewleta tirk a dagirker bê par neman. Sala borî nêzî hezar darên me yên zeytûnê qut kirin, îro carek din dest bi qutkirina darên zeytûnan dikin. Li kêleka qutkirina darên me, darên birayê min û kurê apê min jî  qut kiribûn. Ji ber ku Efrîn bi darên zeytûnê tê nasîn dewleta tirk a dagirker bi qutkirina daran dixwaze nasnameya Efrînê biguherîne."