Jinan ji bo Peymana Stenbolê banga têkoşîna hevpar kir

  • 09:02 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinan diyar kir ku heta niqaşên li ser Peymana Stenbolê biqedin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û banga têkoşîna hevpar li meclisê kirin. 
 
Bertekên jinan ên li dijî niqaşên AKP û MHP'ê  li ser vekişana ji Peymana Stenbolê berdewam dikin. Jin li qadan bi çalakiyên ku li dar dixin, parastina mafên xwe bi bîra dadger û dozgerên ku tevli dozan dibin jî dixin.
 
Jinan bang li Meclisa Enqereyê ya ku piştî 65 rojan di 1'ê Cotmehê de hat vekirin kirin û ji jinên parlamenter xwestin ku ji bo Peymana Stenbolê bê pêkanîn bi wan re hevpar têkoşînê bidin.  
 
'Divê meclis erka xwe bi cih bîne'
 
Ji meclisên Jinan Aşkin Koç, got ku li dijî tundiya li ser jinan dadgeh ceza li kiriyaran nabirin, hêzên ewlehiyê jî di bin navê li hevkirinê de tundiya tê kirin ji nedîtî ve tên û dewlet jî ji bo rê li pêşya tundiyê bigire tu tiştî nake. Aşkinê anî ziman ku hikûmet têgeha "malbatê" ji jiyana jinan girîngtir dibîne û ew ê li dijî vê têkoşîna xwe berdewam bikin. Aşikê bang li meclisê kir ku ji bo Peymana Stebolê bê pêkanîn erka xwe bi cih bîne.  Aşkinê wiha berdewam kir, "Heta ku polîtîkayên bêcezahiştinê di dewrê de bin wê tundî jî zêde bibe. Em dixwazin ku jin bê tirs bijîn, azad bikaribin derkevin derve û biaxivin. Bila jin bi hincetên cuda cuda neyên kuştin. Ji bo van jî pêdivî bi helwesta meclisê heye. Divê ev mijar bikeve rojeva meclisê."
 
'Bila polîtîkayên ewlehî û parstinê bên pêşxistin'
 
Ji Meclisên Jinan Handenur Dayica, bi bîr xist ku ji aliyê dewleta- mêr ve êrîşî destkeftiyên jinan tê kirin û wiha got, " Gotina ku em bibêjin heye. Em di serî de li benda meclisê ne ku qanûnên li Komîsyona Jin - Mêr a Wekheviya Firsendê hatine sekinandin bîne rojevê.  Divê meclis ji bo Peymana Stenbolê bernameyên bên pêkanîn amade biki û ji bo jin, zarok û kesên di civakê de nikarin xwe biparêzin polîtîkayên parastinê bi pêş bixwe." 
 
'Divê em di têkoşîna hevpar de bên gel hev'
 
Ji Meclisên Jinan Nazlican Arslan jî got ku ew li eywanên edliyê li edaletê diger û wiha berdewam kir, "Em edaleta rastyeqîn dixwazin. Em dixwazin ku jin neyên kuştin, bi hev re li kolan û li malên xwe di ewlehiyê de bin.  Me di vê pêvajoyê de hin destkeftî bi dest xistin. Peymana Stenbolê heye di destên me de. Çi dibe bila bibe em  dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Pirsgirêka me ne ku bila peymanê ji dest me negirin pirsgirêka me ku peymanê hîn bêhtir aktîf bikin.  Di nava vê pergalê de ji hemû kes sazî û dezgehan daxwaza me ku bi me re heman rêyê bimeşin û di têkoşîna hevpar de li gel me cih bigirin."