'Rêber Apo ji bo civakeke azad û hebûneke bi rûmet têdikoşê'

  • 09:01 20 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Jina bi navê Sûad Hesen a di sala 1991’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo azadî û aştiyê her dem di nava hewildanekê de bûye û wiha got:"Rêber Apo ji bo mafê mirov, civaka azad û hebûneke xwedî rûmet kedeke pir mezin daye. Heta niha jî xeta wê têkoşînê didomîne û em jî şopdarên wê xetê ne.  Dîsa soza xwe ji bo Rêber Apo em nû dikim. Ez ê bibim domdara xeta azadiya doza Gelê Kurd."
 
Sûad Hesen ji Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ye û niha cihê xwe di nava Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de digire. Sûad du caran bi Rêberê PKK’ Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Cara yekem di sala 1991’an de li Lubnanê û cara duyem jî di sala 1996’an de li Helebê hevdîtin pêk aniye. Sûad bi felsefeya azad bandor bûye û li ser wî esasî xebata xwe dewam dike. Niha jî dîsa bi têkoşîneke xurt xebatên xwe dewam dike. Têkildarî mijarê Sûad Hesen hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK’ Abdullah Ocalan re vegot. 
 
'Hêviya min bû ku ez Rêber Apo bibînim'
 
Sûadê di destpêka axaftina xwe de hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK’ Abdullah Ocalan re wiha anî ziman: "Ji salên demdirêj ve ez Tevgera Azadiyê nas dikim û bi fikrê Rêber Apo ez pir hatibûm girêdan. Hêviya min bû ku rojekê rêberê xwe bibînim û li gotinên wî yên azad guhdar bikim. Rêber Apo ji bo mafê mirov, civaka azad û hebûneke xwedî rûmet kedeke pir mezin daye. Heta niha jî xeta wê têkoşînê didomîne û em jî şopdarên wê xetê ne. Di sala 1991’an de tevî komeke jinê ji bo hevdîtina Rêber Apo me berê xwe da Lubnanê. Dema em gihaştin cihê xwe ji me re gotin hûn nikarin wî bibînin. Gelek komên ku ji deverên cuda hatibûn vegeriyan, lê koma me jinan israr kir ku em bimînin. Xeber dane me ku em dikarin derbas bibin û em bi Rêber Apo re civiyan."
   
'Di çavên Rêber Apo de hêvî, azadî û moral hebû'
 
Sûadê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan a di derbarê hevdîtinê de û wiha pê de çû:"Dema ku Rêber Apo derbasî hola civînê bû, ez pir bi kelecan bûm û di heman demê de ez pir kêfweş bûm. Paşê civîna me dest pê kir nêzî du saeten Rêber Apo axivî. Axaftin, sekin, nêrîna wî gelek bala min kişand. Dema ku me li çavên serokatî mêze dikir hêvî, azadî, moral, hebû. Rêber Apo  rexneyên wî ji bo civakê hebû û di heman demê de rihê têkoşîna wan pîroz dikir. Her dem digot eger gel ji bo doza azadiyê bi me re ranebe, em nikarin tiştekî bikin.  Ji bo em civakeke azad biafirînin gelê me esas e. Ji bo jinan jî Rêber Apo digot divê jin azad bibe û bêtir tevlî şoreşê bibe."
 
'Ez domdara parastina xeta azadiya gelê xwe me' 
 
Sûadê bal kişand ser hevdîtina xwe ya duyemîn a li Helebê ku bi Rêberê PKK’ Abdullah Ocalan re kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî ku em ji Lubnanê vegeriyan Sûriyeyê bi perspektîvên Rêber Apo re me xebatên xwe da meşandin û hîn zêdetir moralê me ji bo parastina doza azadiyê baş bû. Di cara duyem de jî Rêber Apo li Helebê civîn ji me re çêkir û ez dîsa tevlî wê civînê bûm. Malbata min nedixwest ez ewqas di nava fikirê hereketa azadiyê de kûr bibim, lê qet min ji xwe re ev yek nedikir derd û her li ser fikir û felsefeya azad min xwe bi rêxistin dikir. Bi hevdîtina min a duyem re di sala 1996’an de min dîsa soza xwe ji bo Rêber Apo nû kir ku ez ê bibim domdara xeta azadiya doza gelê xwe bim."
 
'Heta azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin'
 
Sûadê di dawiyê de bang li hemû kesî kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan têbikoşin û wiha bi dawî kir: "Rêber Apo ji me gelek têkoşîn kiriye. Pêwist e em jî layiqî têkoşîna wî bin. Heta azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin."