ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 20 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Jina bi navê Sûad Hesen a di sala 1991’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo azadî û aştiyê her dem di nava hewildanekê de bûye û wiha got:"Rêber Apo ji bo mafê mirov, civaka azad û hebûneke xwedî rûmet kedeke pir mezin daye. Heta niha jî xeta wê têkoşînê didomîne û em jî şopdarên wê xetê ne.  Dîsa soza xwe ji bo Rêber Apo em nû dikim. Ez ê bibim domdara xeta azadiya doza Gelê Kurd." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Kantona Efrînê têkildarî kiryar û binpêkirinên dewleta tirk ên li Efrînê anîn ziman ku bi jêkirina daran tê xwestin xwezaya Efrînê bê talankirin û wiha gotin: "Bi dagirkirina Efrînê hemû cureyên binpêkirinan ji aliyê komên çeteyên dewleta tirk a dagirker ve li ser gel pêk hat. Li kêleka kiryarên derheqê gel de bi jêkirina darên zeytûnê xwezayê jî talan dikin." DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kir ku heta niqaşên li ser Peymana Stenbolê biqedin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û banga têkoşîna hevpar li meclisê kirin. BI DÎMEN 
 
*Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê Qudret Eryilmaz, diyar kir ku 10 meh in ji ber vîrûsa koronayê nikare biçe serdana kurê xwe yê girtî û got: “Girtiyên li Girtîgeha Panosê di nava şert û mercên ne baş de dijîn. Divê Wezareta Edaletê berpirsiyariya xwe pêk bîne û pirsgirêkên heyî çareser bike.” BI DÎMEN 
 
*Îdianameya derbarê Hevşaredara navçeya Mîdyatê Filîz İşik de hat amade kirin. Di îdanameyê de giliyê li ser medya civakî hatiye kirin cih girt û weke delîl hat hesibandin. BI DÎMEN
 
*Koçer bi dawîbûna payîzê re berê xwe dan malên xwe. Havînê amadekariya zivistanê dikin û zivistanê jî amadekariya çûyîna xwe ya zozanan dikin. Ji bo koçeran jiyan bi vî şêweyî didome. Koçerên bi navê Rihan û Zeynep bi salanê li zozanan bêrîvantiyê dikin û gotin: "Ligel jiyana zehmet a li zozanan, jiyana di nava xwezayê de her tim xweş e. Em di nava zehmetiyê de hilbêrînê dikin."  BI DÎMEN 
 
*Sîham Bozan a dayika ku du zarokên wê di encama teqîna moşekê de bi giranî birîndar bûn anî ziman ku jiyana wê her dem bi êş û zehmet derbas bûye û wiha got:"Hêviya min ew bû ku her tim ez zarokên xwe bi awayekî baş xwedî bikim, ji bo ku tu kêmasiyan di jiyanê de nebînin, lê ev bûyera ku di hundir mala min de qewimî û zarokên min bûn nîvmirov bi rastî jî ev êşeke mezin bû, lê dîsa jî xêrxwazan ez bi tenê nehiştim ez sipasiya her kesê ku bi min re bune alîkar dikim."BI DÎMEN
 
**Daneşîna doza Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik Yilmaz û hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu  ku jê tên darizndin wê li 2'em Dadgeha  Giran a Mêrdînê îro were dîtin.. (10.00)