Kongreya Star 8'emîn Kongreya xwe sibehê li dar dixe

  • 13:15 19 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongreya Star a Rojava bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê mîsoger bikin" kongreya xwe ya 8'emîn wê sibehê li dar bixîne. 
 
Rêxistina Kongreya Star a Rojava piştî bi armanca nîqaşkirina rêbazên pêşxistina Kongreya Star, xwedîderketina li tevahî jinan Kongreya Star 8'emîn Kongreya xwe li Kantona Qamişloyê wê sibehê li dar bixîne. Berî ku ev kongre bê lidarxistin li tevahî bajar, navçe û kantonên herêmê konferas ji bo jinan hatine lidarxistin. Di van konferansan de biryarên girîng hatin dayin. Bi vê armancê jî ji bo ku ev biryar bi giştî têkevin meriyetê ew ê kongre sibehê li ser esasê nîqaşa vê mijarê bê meşandin.