Jinên Amedî: Bila Musa Orhan bê girtin

  • 11:16 19 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Jinên Amedî diyar kirin ku darizandina Mua Orhan a ji derve de biyreke çewt e û gotin, "Em êdî ditirsin derkevin derve, divê Musa Orhan û kêsn mîna wê demildest bên girtin."
 
Daneşîna yekemîn a doza çawîşê pispor Musa Orhan ê ku li Qubîna Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê, di 16'ê Cotmehê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. Musa Orhanê ku ji derve de tê darizandin bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû "mafê xwe yê bêdengiyê" bi kar anî û dadgehê jî derbarê wî de biyrara ji derve de bê darizandin da.
 
Di serî de jin ji civakê bertekên tund li hemberî vê biryarê hatin nîşandan.
 
'Divê cezayê herî giran bigire'
 
Xwendekara zanîngehê Rojîn Bîtmîş, anî ziman ku herî zêde jin ji vê bê edaletiyê bi nandor bûne û got ku hikûmet ji bo jinan biçewisîne serî li her rêbazê dide. Rojîne got ku girtina kesên jinan diparêzin û serbest berdana kesên jinan qetil dikin nîşaneya vê bê edaletiyê ye û wiha berdewam kir, "Di nav me de hiştina kesên wekî Musa Orhan ê tecawizkar xeteriyeke mezin e û divê demildest bê girtin. Mayîna wî ya li derve pirsgirêka herî mezin ne. Divê bê girtin û bi cezayê herî giran bê cezakirin."
  
'Sedema vê polîtîkaya dewletê ye'
 
Kedkara malê Aysel Koşan jî got, tundiya li ser jinan û qetilkirina wan roj bi roj zêde dibe û sedema vê jî polîtîkaya dewletê ye. Ayselê anî ziman ku li negirtina Musa Orhan xeteriyeke mezin e û wiha got, "Dema ku ez derdikevim derve ditirsim. Ji ber ku ewlehiya me tune ye û kesên mîna Musa Orhan di nav me de ne.  Dixwazim Musa Orhan û kesên mîna wî demildest bên girtin û bi cezayê herî giran bên cezakirin. Bila tola dayika Îpekê li erdê nemîne. Divê em jin yekitiya xwe ava bikin."
 
'Ev bi zanebûn tên kirin'
 
Kedkara malê Ayşe Aytun jî got ku serbestmayîna Musa Orhan şatiyek mezin e û ji ber vê dema ku jin derkevin kolanê divê 3 caran bifikirin û wiha derkevin.  Ayselê wiha got, "Divê jin li hember vê bi bertek bin. Gera tecwizkarekî di nav me de xeteriyek mezin ne. Bi zanebûn serbest tên hiştin. "
 
Tişta tê jiyîn ji ber polîtîkayên bê cezahiştinê ye'
 
Xwendekara zanîngehê Sercan Bîtmîş jî got, hikûmet Musa Orhan û kesên mîna wî bi zanebûn diparêze û wiha got, "Hikûmeta ku kesên wekî Musa Orhan diparêze jinan jî mahkûmê vê zîhniyetê dike.  Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên hikûmetê bûyerên bi vî rengî zêde dibin. Ez li Swîsreyê dijîm ji bo demekê hatime vir, lê dema ku derdikevim derve bi fikar im .Tirkiye ji bo jinan ne welatekî ewle ye. Tu mafê kesekî tune ye ku vê tirsê bikin nava jinan."