'Tecrîd li hemberî kurdan bê rêziyek e'

  • 09:04 19 Cotmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Jinên Kerboranê li dijî tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertek nîşan dan û gotin: "Em tucarî tecrîda heyî qebûl nakin û em ê li dijî tecrîdê bibin pêşeng." 
 
Li ser Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal derbas bû. Di nava 22 salan de komplo bi rêbaza tecrîdê hat domandin. Hevdîtina malbat û parêzeran bi hincetên li dijqanûnên navneteweyî tên astengkirin. Jinên Kerboranê dijîn derbarê tecrîdê de ji ajansa me re axivîn. 
 
'Ji bo aştiyê rakirina tecrîdê hewce ye' 
 
Emîne Gevcan, destnîşan kir ku 22 sal in li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi rêbertî re 50 milyon kurd tên tecrît kirin. Girtin û tecrîtkirina rêberê kurd û Gelê Kurd êrişekê nîjadperestî ye. Em kurd in û em wisa hatine afirandin. Ji ber nasnameya xwe em bi zilm û zorî re rûbirû man. Tecrît sûcê mirovahiyê ye û ev pirsgirêk ya tevahiya cîhanê ye. Divê bi lez li dijî wê derkevin. Rêbertî li hemberî rijandina xwînê têkoşînê dide. Şer û xwîn rijandin ne çareseriye ev 40 sal in em vê tiştê dibînin. Em li dijî şer nasnameya xwe û aştiyê dixwazin. Ango heya ku tecrît bi dawî nebe em nikarin gavek ji bo aştiyê bavêjin. Lê çiqas dewleta tirk di berdewam kirina tecrîtê de bi israr be, em ji ji bo şkandina tecrîtê û vale derxistina wê bi israr in."
 
‘Jin dê ji bo şikandina tecrîdê bibin pêşeng’
 
Şukran Çelebî bal kişand li ser hevdîtinên ku berê bi Abdullah Ocalan pêk hatî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me encamên hevdîtinan dît ku bi çi rengî bûn. Rêbertî bû sedem ku pêvajoya aştiyê were dest pê kirin. Lê îqtidara AKP’ê vê maseya aştiyê ji ruxand. Bu sedema gengeşeyên mezin yên navxweyî. Bi wê re li her qadî êrişek li dijî kurdan tê meşadin. Li Bakur, Başûr û Rojava. Hemû polîtîkayên taybet ên êrişan meşandin. Yek ji van êrişan ji tecrîte ku li hemberî hemû kurdan tê meşandin. Li welat ne dad ne wekhevî maye. Bes nabînin dest dirêjî vîna me ji dikin. Dixwazin HDP’ê ji tasfiye bikin û bi wê re armanc tasfiye kirina rêxistinbûyîna kurdan e. Lê ev tirsa wan ya ji me nîşan dike. Em tucar netirsiyan û em ê natirsin jî. Em ê weke jin ji bo şkandina tecrîtê bibin pêşeng.”
 
‘Tecrîd bê rêziyek e' 
 
Momin Îşleyen, diyar kir ku li Tirkiyeyê her cûreyên îşkenceyê heye û wiha bi lêv kir: "Temenê min diçe 70'î salan û heya roja îro tişta min ji wan nedîtî nema. Li hemberî me êrişeke pir mezin bikaranîn û niha jî ew êriş berdewam dikin. Ji bo tunekirin û bişaftina me hemû rêyan diceribînin. Armanca pêkanîna tecrîtê ji ev e bê guman. Rêber û vîna gelekî di nava çar dîwaran de ye. Ev li hemberî vî gelî bê rêzî ye. Lê me tucarî serî ne tewand û em ê li hemberî wan serî netewînin.”
 
‘Ev gel serî natewîne’
 
Fatma Duman, di axaftina xwe de bal kişand ser israbûna xwe ya aştiyê û got: "Bi sala ne tenê daxwazek me heye û ev jî aştî ye. Ew difikirin ku dê bi qetilkirin û tecrîtkirinê me tune bikin. Lê tucar nikarin me tune bikin. Ne Îmralî ne ji Gelê Kurd serî natewîne. Em ê li hemberî hemû cureyên bê mafiyan li ser piyan bin û berxwe bidin.”