‘Bi êrîşan nikarin têkoşîna me asteng bikin’

  • 09:02 19 Cotmeh 2020
  • Rojane
RIHA - Dayikên Aştiyê ku 10 rojan li TEM'ê di bin çavande man destnîşan kirin ku êrîşên li ser dayikan ne nû ne û wiha gotin: “Êrîşên li ser dayikan dê tu encamê begirin. Tu kes nikare dayikan ji xebatên wan ên ji bo aştiyê qut bike. Em ê her ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Li Rihayê, di 6’ê Cotmehê de, bi ser malan de hatibû girtin û 4 jê dayikên aştiyê bi giştî 12 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin.  Dayikên Aştiyê jî di nav de 12 kesên ku hatin binçavkirin dema binçavkirina wan du caran hatibû dirêjkirin. Kesên ku hatin binçavkirin û karê wan li TEM'ê qediya sewkî edliyeyê hatin kirin. Kesên hatin binçavkirin piştî karê wan li TEM'ê qediya sewqî edliyeyê hatin kirin û dayikên aştiyê Hedle Ogur (49), Fatma Akbaş (56) û Meyaser Korkmaz (49) bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Herwiha ji bo Dayika Aştiyê Adalet Çay (60) jî biryara hepsa malê hat dayîn.
 
Daykên Aştiyê Hedle Ogur û Meyaser Korkmaz ên ku hatin tehliyekirin ji ajansa me re axivîn. 
 
Hedle Ogur a ku destnîşan kir binçavkrina wan ne tesadûf bû, wiha berdewam kir : “Ez li gûnd bûm û li bostanê xwe dixebitîm. Hatin min birin navçeya Pirsusê û ji wê jî birin şaxa TEM'ê ya Rihayê. Lê sedema binçavkirina min negotin. Piştî ku çûm emniyetê gotin 'te sûc kiriye'. Min jî got min tu sûc nekiriye, we ji min re sûc derxistiye. Kengî aciz dibin bi ser mala min de digirin. Salê herî kêm sê caran bi ser mala me de tê girtin. Yan ez têm binçavkirin, yan zarokên min û yan jî hevjînê min tê binçavkirin. Vê gavê jî bi hinceta çûyîna hewariyê me girtin. Di xwezin ku herdem em di bin çavdêriya wan de bin Derdê wan de bin.”
 
‘Êrîşên li ser dayikan ne nû ne’
 
Hedle anî ziman ku ew ji xwe re kirine hedef û got: “Temenê me dayikan mezin e. Rewşa me ji bo koronayê di metirsiyê de ye. Li derve ewqas qala tevdîrên koronayê tê kirin lê dema ku me binçav dikin koronayê ji bîr dikin. Êrîşên li ser dayikan ne nû ne û dê hêj berdewam jî bikin. Lê em jî tu carî nabêjin bes û em ê têkoşîna xwe bidin. Ji karên me yên rojane an jî serlêdanên me yên herî bingehîn tiştekî derdixin. Ne dihêlin em bi rehetî di malên xwe de rûnin. Ne jî dihêlin em karên xwe yên rojane bikin.”
 
‘Em 10 rojan di bin çavan de man’
 
Meyaser Korkmaz jî diyar kir ku çûyîna wan a hawariyê sûc hatiye dîtin û ji ber vê sedemê 10 rojan li TEM'ê di binê çavan de mane û ev tiştê got: “ Serê sibehê zû bi ser mala me de girtin. Me çiqas sedema girtina xwe pirsî jî bersîva me nedan û gotin 'li ser dosyayê'  biryara veşartinê heye û bi wî awayî me birin TEM’ê. Me nizanibû ku me çi sûc kiriye. Her wiha du carn dema binçavkirina me dirêj kirin. Ji me pirsa em çimaDi îfadeyên me de ji me re pirsin ku em çima çûne hewariyê. Çûyina hewariyê ne sûc e, tiştekî maf û sirûştî ye. Ma em çima neçin hewariyê. Em êşa wan malbatan parve dikin. Tiştên bi wî awayî divê neye lêpirsin û nayê qebûl kirin. Ji ber sedema çûyîna hewariyê sûc hate dîtin û bi wî awayî em 10 roj di TEM’ê de man.
 
‘Bi êrîşan nikarin me asteng bikin ’
 
Meyaserê diyar kir ku bi êrîşan nikarin wan asteng bikin û wiha axivî: “Em dayikên aştiye ne. Daxwaza me ya heri sereke aştî ye. Em naxwzin tu kes bimire, tu kes êş û janê bşkşîne. Armanca me tenê aştîyek mayînde ye. Ji ber ku ez çûm hawariyê 10 rojan li TEM'ê di bin çavan de mam. Ez vê neheqiyê qebûl nakim. Êrîşên li me  tên kirin nikarin me asteng bikin. Tu kes nikare me ji daxwaza me ya aştiyê dûr bike. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.”