Bi mijara penceşêra memikan semînerek hat lidarxistin

  • 15:45 18 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi armanca hişyarkirinê semînerek bi mijara penceşêra memikan li dar xist.
 
Bi armanca hişyarkirin û destnîşaneya zû ya penceşêra memikan, Meclîsa Jinên Sûriyeyê semînerek organîzekirin. Semîner li parka xwendinê ya taxa Xerbî li Qamişloyê bi beşdariya jinên endamên sazî û dezgehên sivîl pêk hat. Semîner ji aliyê bijîşkê nexweşiyên jinan Ridwan Mihemed ve hat dayin. 
 
Ridwan di destpêkê de pênaseya penceşêra memikan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nexweşiya penceşêra memikan zêdetir li ger jinan tê dîtin. Sedema wê jî ew e ji ber mezinbûna hucreyên memikan e. Hucreyên sînga nexweş bi rengekî ne normal mezin dibin û ne rehetiyekê ji tevgera mirov re çêdike. Mirov nikare ser sînga xwe raze û pir caran diêşe. Pêwist e jin zêdetir ji vê nexweşiyê baldar bin."  
 
Ridwan, di dewamiya axaftina xwe de ser rêbazên xweparastina ji vê nexweşiyê axivî û wiha hişyarî da: “Dema ku memik zêde biêşin yan jî mirov his bike ku girêkeke biçûk tê de çêbûye, pêwist e yekser berê xwe bide gel bijîşkan. Ji bo ku encamên xerab dernekevin holê pêwist e mirov li bedena xwe baldar be. Gelek rêbaz hene ku mirov ji penceşêra memikan xilas bibe mîna demankirina kîmyasal dermankirina hormonal, her wiha piştgirî û alîkariya kesên ku bi nexweşiya penceşêrê re ketine pir girîng e, da ku piskolojiya wan rehet bibe.”
 
Semîner bi pirs û bersîvên jinan bi dawî bû.