Şêniyên Kantona Qamişloyê li dijî tecrîd û êrîşan meşiyan

  • 14:43 18 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Ger em canê xwe li ser bikin, em ê li qadan bimînin heta ku serokê me û xaka me ya dagirkirî ji Efrînê heta Serêkaniyê rizgar bibe” meşeke girseyî li darxist.
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda  girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin, her wiha dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dirûşma “Ger em canê xwe li ser bikin, em ê li qadan bimînin heta ku serokê me û xaka me ya dagirkirî ji Efrînê heta Serêkaniyê rizgar bibe ” meşeke girseyî li darxistin. Meş ji stadyoma 12’ê Adarê hat destpêpkir û li ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) rawestiya. Di nava meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê mamoste Hêvîdar Mihmed ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Meha Cotmehê ji bo me meheke pir giran bû û bi du bûyerên mezin em ji hundirê xwe ve hejandin.  Yek ji wan kompiloya hêzên desthilatdar li ser mîmarê azadiyê Rêber Apo bû û ya din jî ew e ku di vê mehê dedi encama êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me de gelek hevalên me yên têkoşînê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Komployên ku niha di derheqê gelê me de tên kirin ne ji rêzê ne û hemû cîhan jê berpirsiyar e. Xwestin bi van kiryaran vîna me tune bikin, şoreşa me têk bibin, axa me dagir bikin û mirovên me kole bikin. Lîstikên pir mezin ser serê me hatin kirin û xwestin destkeftiyên şoreşa me ji xwe re bibin. Dewleta tirk heya niha armancên wê ser axa me hene û dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe. 
 
Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan di doza azadiyê de bi israr in, ji bo doza gelê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku rêberê me û axa me azad bibe.” 
 
Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.