Encumena Civakî ya Ermenî êrîşên li ser Ermenistanê şermezar kirin

  • 14:09 18 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Encumena Civakî ya Ermenî bi dirûşma, “Doza me ne şer e, doza me aşîtî ye" li dijî êrîşên Azarbaycan ên li ser Ermenistanê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kirin.  
 
Li bajarê Hesekê Encumana Civakî ya Ermenî pêkanîn û êrîşên li ser Gelê ermenî li Ermenistanê ku ji aliyê Azerbîcanê ve bi alîkariya dewleta tirk tên kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyaniya ji aliyê Endama Meclisa Ermenî EmriyaTetriyan ve hat xwendin bi dehan ji Endamên  Encumenê tevli bûn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Di dîrokê de li ser Gelê Ermenî gelek komkujî hatine kirin. Dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe hemû pêkhateyan hedef digrin. Êrîşên ku li ser gelê me li Ermenistanê tên kirin em şermezar dikin.  Bi taybet bêdengiya dewletên navneteweyî  em şermezar dikin û bang li Rêxistinên mafên mirovn dikin ku rê li ber şerê diqewime bigrin.  Di her şerekî de bi hezaran mirov koçber, birîndar û şehîd dibin. Ji bo wê jî pêwist e rêxistinên mafên mirovan van kiryaran bidin seknadin û mafê mirovahiyê biparêzin. Doza me ne şer e, doza me aşîtî yê.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Ji qirkirina gelan re na”, “Bijî berxwedan” û “Ji komkujiyê re na” bi dawî bû .