Li Colemêrgê yek jê jin 2 kes hatin binçavkirin

  • 11:57 18 Cotmeh 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji kesên ku hatin binçavkirin 16 jê hatin berdan, Fatma Sevmîş û Îsmaîl Onal hatin girtin. Fatma ya hat girtin li dadgehê ji ser hişê xwe çû. 
 
Li navenda Colemêrgê û li gundên navçeya wê Çelê di 14'ê Cotmehê de bi ser malan de hatibû girtin û di nav wan de 5 kesên astengdar 18 kes hatin binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr. Kesên hatin binçavkirin piştî karê wan li fermandariya cendirmeyan qediya şandin dozgeriyê. Dozgeriyê ji bo 16 kesî bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan û ji bo Îsmaîl Onal ê 84 salî û Fatma Sevmîş a 50 salî jî bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê kirin.
 
Piştî kar û barê îfadegirtinê bi derengî temam bû 16 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Fatma û Îsmaîl jî bi îdaya "alîkarî dane rêxisitnê" hatin girtin.
 
Piştî biryarê Fatmaji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxaneyê û Îsmaîl ê 84 salî jî şandin girtîgehê.