‘Divê rêxistinên mafê mirovan ji bo girtiyên siyasî bi erka xwe rabin’

  • 09:05 18 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA  - Xizma girtiyê bi navê Mihemed Emîr ê ku di zindanên dewleta tirk de ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da, Mûşîra Mele têkildarî rewşa girtiyên siyasî de wiha got: "Divê dewleta tirk li ser kiryarên xwe yên dijmirovî yên derheqê girtiyên siyasî  de hesab bide. Pêwist e rêxistinên mafê mirovan ji bo rewşa girtiyên siyasî bi erka xwe rabin."
 
Bi rewşa pandemiyê re rewşa girtîgehan her ku diçe nebaştir dibe. Di vê dema dawiyê de girtiyê siyasî yê bi navê ‘Mihemed Emîr’ di zindana dewleta tirk de bi sedema Vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê xizma wî Mûşîra Mele li dijî van kiryarên ku di derheqê girtiyên siyasî de ji aliyê dewleta tirk de tên kirin nêrîna xwe anî ziman û ji me re parve kir.  
 
'Pergalên desthilat kesên aşîtîxwaz mîna xeteriya li ser xwe dibînin'
 
Di destpêka gotinên xwe de Mûşîra ev tişt got: “Nexweşiya Vîrûsa Koronayê ku ji aliyê hêzên hegemon ve li cîhanê belav bûye, yek ji rêbazên parastina berjewendiyên wan e. Tevlîheviya heyi ew mezin dikin û dixwazin bi rêya vê vîrûsê mirovên azadîxwaz di zindanên xwe de tune bikin. Dewleta tirk Vîrusa Koronayê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Her wiha pergalên desthilatdar kesên aştîxwaz mîna xeteriyê ser xwe dibînin. Kesên ku di girtîgehan de ne dibin qurbaniya vê nexweşiyê.”  
 
'Xwesteka dijmin ew e ku dawiya siyasetmedar û pêşengên civakê bîne'
 
Mûşîreyê anî ziman ku rewşa li girtîgehan ne baş e û wiha domand: “Mirovên ku îro di zindanên dewleta tirk de ne gelek ji bo dozên siyasî hatine girtin, lê tu hiqûqên girtiyan ji bo wan nayên pêşkêşkirin. Xizmê min ‘Mihemed Emîr’ bi sedema Vîrûsa Koronayê di zindanên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Di zindanên  tirkiyeyê de gelek girtiyên siyasî niha rewşa wan xerab bûye. Xwesteka dijmin ew e ku dawiyê li zanyar, siyasetmedar û pêşengên kurd bîne.” 
 
'Îrade û berxwedana kurdan nayên şikandin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Mûşîra destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze bi van kiryarên dide meşandin îradeya civakê têk bibe û wiha pê de çû: “Dewleta tirk dixwaze bi dîlgirtina pêşengên civaka me îradeya civakê têk bibe. Tu edaleta dewleta tirk tune ye û her bi rêbazên cuda mirovan qir dikin. Em dixwazin ku dengê berxwedana zindanan bilind bibe. Pêwist e rêxistinên mafê mirovan bi erkê xwe rabin, em bêdengiya wan qebûl nakin. Pêwist e dewleta tirk jî hesabê van kiryarên xwe bide.”