'Em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin û bêdeng namînin'

  • 09:01 18 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Mexmûrê li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û ambargoya li ser Mexmûrê dewam dikin nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin û bêdeng namînin."
 
Dewleta tirk bi şêwazên cuda êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Rojane gund, çiya, daristanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tên bombebarankirin û şewitandin. Tevî ku rayedarên hukumeta Başûr bêdengiya xwe diparêzin jî gel li dijî vê yekê bi bertek in û nerazîbûna xwe ya li dijî êrişên dewleta tirk her dem tînin ziman. Her wiha ambargoya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî dewam dike. Têkildarî mijarê jinên Mexmûrê dan zanîn ku ew dixwazin êriş û ambargo bi dawî bibin û wiha gotin:"Heta dilopeke xwîn di laşê me de hebe em ê li dijî dagirkeriyê li ser piya bin û di nava çalakiyan de bin."
 
'Em dagirkeriyê qebûl nakin'
 
Jina bi navê Îdê Alturk li dijî êrişên dewleta tirk nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got: "Em vê dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi tu şêweyê qebûl nakin. Erdogan dijminê me ye. Lê belê bêdengiya malbata Barzaniyan îxanet e û ev yek nayê qebûlkirin. Îro Başûr tê dagirkirin û gundên Başûr tên talankirin lê malbata Barzaniyan dengê xwe li beramberî vê dagirkeriyê nake. Ev jî dide diyarkirin ku dagirkeriyê rewa û qebûl dikin. Divê gelê Başurê Kurdistanê vê dagirkeriyê qebul neke. Bi meş û çalakiyên xwe li dijî dagirkeriyê rabin ser xwe û zextê li hukumetê bikin ku xaka xwe ji dagirkeran biparêzin."
 
'16 meh in ambargo dewam dike'
 
Îdê di heman demê de bal kişand  ser ambargoya ku ev 16 meh in li ser Mexmûrê bi alîkariya PDK'ê tê meşandin û diyar kir ev ambargo jî parçeyek ji dagirkeriyêye û wiha got:" Ev 16  meh in ambargoya li ser me tê meşandin û  bi tu şêweyê destûr nayê dayin ku karker, nexweş, gelê me derbasî bajarê Hewlêrê bibe û çend jinên me yên du canî jî zarokên wan di zikê wan de mirine. Ev hovîtiya ku li hemberî me tê kirin hevkariya PDK'ê a bi dewleta tirk re radixe ber çavan."
 
'Rola herî mezin dikeve ser milê jinê'
 
Îdê di dawiyê de bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku hemû rabin ser xwe û yekitiya xwe ava bikin û wiha got: " Îro rola herî mezin dikeve li ser milê jinê. Divê jinên başûr pêşengtiyê ji gel re bikin ku li dijî dagirkeriyê rabin ser xwe û divê êdî em bi hev re bibêjin bes e dem dema yekîtiyê ye. Em êdî li dijî dagirkeriyê dest bidin hevdu."
 
'Êriş bi armanca dagirkirinê tên kirin'
 
Hazar Ocar ji bêdengiya hukumeta herêmê ya li dijî dagirkeriyê şermezar kir û got: "Îro gelê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tê qetilkirin bê mal û milk dihêlin lê ji aliyê rayederên Hukumeta Herêmê ve tu deng li dijî van kiryaran dernakeve. Ev çihê şermê ye. Ev êrişên bi hinceta ku PKK  li wan ciha ne tên kirin êrişên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo dewleta tirk tu kurd be bes e ku te qetil bike. Êriş bi armanca dagirkirinê tên kirin. "
 
'Li dijî lîstikên qirêj divê em her hişyar bin'
 
Herî dawî Hazarê bal kişand ser gefên li ser Şengalê û wiha got: " Îro dixwazin carek din komkujîyê li Şengalê pêk binîn. Mîna 2014'an cardin dixwazin Şengaliyan bê kes bihêlin û di nava pençê dagirkeriyê de bifetisinîn. Lê li dijî lîstikên qirêj divê em her hişyar bin."