ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
- 09:00 18 Cotmeh 2020
- Rojev
*Jinên Mexmûrê li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û ambargoya li ser Mexmûrê dewam dikin nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin û bêdeng namînin." DÎMEN HEYE
*Girtiya bi navê Delîla Erkmen bal kişand ser tevî talûkeya pandemiyê ya girtiyên siyasî pê rû bi rû tên hiştin û tundiya aborî û got girtîgeh veguheriye qada sermayeyê. DÎMEN HEYE
*Kampanyaya TJA'yê ket meha xwe ya duyem. Aktivîstên TJA'yê bang jinan kirin û gotin:"Bi rihê piştevaniyê em têkoşîna xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE
*Emel El Hesen a ku piştî şerê li Sûriyeyê mecbûr ma koç bike ev 10 sal in bi zarokên xwe re li ser rêya koçberiyê ye. Hêvî û daxwaza Emelê ew e ku vegere ser axa xwe. DÎMEN HEYE
*Xizma girtiyê bi navê Mihemed Emîr ê ku di zindanên dewleta tirk de ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da, Mûşîra Mele têkildarî rewşa girtiyên siyasî de wiha got: "Divê dewleta tirk li ser kiryarên xwe yên dijmirovî yên derheqê girtiyên siyasî de hesab bide. Pêwist e rêxistinên mafê mirovan ji bo rewşa girtiyên siyasî bi erka xwe rabin." DÎMEN HEYE