Li dijî peymana li ser Şengalê jinên Efrînê meşek lidarxistin

  • 18:29 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Jinên Efrînê li dijî peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de meşek girseyî lidarxistin.
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşma "Bi îradeya gelê Êzîdî em ê îxanetê bişkînin û azadiya gel misoger bikin" li dijî peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê hatiye îmzekirin de meşek girseyî bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li navçeya Ehdes a Kantona Şehbayê  lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên komkujiya Şengalê û pankartên bi nivîsa "Berxwedaniya Şengalê berxwedaniya Efrînê ye", "Bi ruhê berxwedana Şengal û berxwedana Serdemê azadiya gel misoger bikin" û "Na ji îxaneta navneteweyî re" hatibûn hildan. Meş ji gundê Ehdes despêkir heta gundê Maratê berdewam kir.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêxistina Kongreya Star Sureya Mistefa peymana ku di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin şermezar kir û wiha got: "Ji bo qirkirina Kurdên Êzîdî 73 ferman li ser wan pêkhatiye, lê her tim Tevgera Azadiya Kurdistanê Şengal ji îxanet û hewildana qirkirina gel ji aliyê komên çeteyan ve parastiye. Piştî bi rêxistinkirina gelê Şengalê hikûmet dixwaze carek din xeta îxanetê dubare bike."
 
Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzîdî Eyşe Sîdo jî wiha got: "Gelê Şengalê xwediyê vîn û nasnameye, ji bo wê kes êdî nikare wê vînî û hebûnê tune bike. Gelê Şengalê 73'ê ferman derbas kir, ji bo wê serkeftin ya wan e."
Meş bi dirûşma "Bimire îxanet" bi dawî bû.