Li Helebê semîner hat lidarxistin

  • 15:44 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
HELEB - Li Helebê Mekteba Jinê ya di Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de li ser mijara rêvebirin û zagonên darizandinê yên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê semînera nîqaşê li dar xistin
 
Mekteba Jinê ya di Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de mijara rêvebirin û zagonên darizandinê yên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi semînerekê nîqaş kir. Di semînerê de jinên siyasetmedar, rêxistinên jin û jinên nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.  Semînera nîqaşê li hola civînên MSD’ê ya taxa Şêx Meqsûd hat çêkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, semîner ji aliyê Rêveberiya Mekteba jin ya (MSD)Necle Hemza  ve hat birêvebirin.
 
‘Pêwist e rêvebirin bi rengekî demokratîk bê destgirtin’
 
Di destpêkê de Necle bal kişand li ser pênseya Rêvebirinê û wiha got: ”Rêvebirin yek ji şêweyên ku mirov pê xebatê xwe yan jî civakekê sererast dike. Pêwist e rêvebirin bi rengekî demokratîk bê destgirtin, ji ber eger demokrasi û wekhevî tê de tune be, wê demê tu wateya rêveberiyê namîne. Bi rêvebirin guhertinên bingehîn bi xwe re dide çêkirin û dihêlê ku mirov li gor sîstemeke rast tev bigere. Di rêvebirinê de zanist û zanebûneke xurt pêwist e ku mirov bikaribe li gor wê çaresriyên mayinde ji pirsgirêkên heyî re bibîne.” 
 
‘Bi zagonên rast mirov civakeke rast û xwedî exlaq ava dike’
 
Necle di dewamiya axaftina xwe de ser mijara zagonên darizandinê nîqaşa xwe dewam kir û ev tişt got: "Di Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zagonên darizandinê cuda tên destgirtin. Di destpêkê de ji komînê em bigirin dest heta rêveberiya herî bilind. Ji ber di zagonên darizandinê de armanca me avakirina kesayeteke nû ye. Em dixwazin kesên sûcdar têkevin ferqa şaşîtiyên xwe û ji nû de mirovên rast bi jiyanê re ava bikin. Her wiha ya herî girîng jî di vê mijarê de ew e ku jin û mêr di sîstemeke hevserokatîyê de biryara wê didin. Bi zagonên rast mirov civakek rast û xwedî exlaq ava dike."
 
Semîner bi pirs û bersivên beşdarvanan bi dawî bû.