Mîhrîcana Amara ya Şehbayê di roja xwe ya duyem de didome

  • 15:07 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Mîhrîcana Amara ya Şehbayê di roja xwe ya duyem de bi pêşkêşkirina beşa werzîşê li Kantona Şehbayê didome. 
 
Bi dirûşma "Zanebûyîn, veguhertin, xweşikbûn" 1'emîn Mîhrîcana Amarayê ya Şehbayê di roja xwe ya duyem de bi beşên werzîşê û bi beşdarbûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan a herêma Efrînê li lîstikgeha gundê Babinês ê navçeya Ehdesê ya Kantona Şehbayê, didome. 
 
Hola lîstikgehê bi alên Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hat xemilandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê Hevseroka Desteya Ciwanên Werzîşê ya herêma Efrînê Nezîr Kur Misto diyar kir ku Mîhrîcana Amara ku di roja xwe ya duyem de didome bi moralên baş û serkeftin ji aliyê tevlîbûnê ve derbas dibe.
 
Piştî axaftinê bezandina 100 metreyî ji aliyê Endamên Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li ser du merheleyan dest pê kir. Di tîma Jinên Ciwan de Gerdînye Henen û di tîma Ciwanên Şoreşger a Kantona Şehbayê de Mihemed Xilo bi ser ket.
 
Paşê lîstika goga bîng bon a maseyê ji aliyê Endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ve li ser 3 merheleyan hate leyistin. Di encamê de Mamoste Mihemed Hisên bi ser ket. Her wiha lîstika satrancê ji aliyê Endamên Tevgera Jinên Ciwan a Kantona Şehbayê ve li ser merheleyekê hat lîstin û di encamê de Qamar Qasêm bi ser ket.
 
Paşê goga destan di navbera Endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Şehbayê li ser 3 destan hat lîstin, di encamê de tîma Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi ser ket.
 
Her wiha piştî goga destan lîstika futbolê di navbera tîma Zenobya û tîma Berxwedan de hat lîstin, di encamê de tîma Berxwedan bi 1,0 bi ser ket. Dîsa lîstikên gelêrî weke kişandina ben û hilpekandina bi tûran di navbera jinên Ciwan û ciwanên Şehbayê de hate lîstin.
 
Mîhrîcan Amara ya Şehbayê ji aliyê Tevgera çand û Huner a herêma Efrînê ve bi xelatkirina kes û tîmên ku bi ser ketine di roja xwe ya duyem de bi dawî bû.