Ji bo taştê tenê perçeyek penîr didin rojnamegeran

  • 12:05 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Hat diyarkirin ku ji bo nûçegîhana me Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala yên niha li korîdora girtiyên edlî yên mêr a Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê hîn tên girtin,  ligel xwarina şevê, ji bo taştê jî tenê parçeyeke penîr didin wan. 
 
Li navçeya Şaxê ya Wanê, di 11’ê Îlonê de, eskerên ji operasyonê vedigeriyan, du welatî Servet Tûrgût û Osman Şîban bi îşkenceyê binçav kiribûn û dûre jî ji helîkopterê avêtibûn. Piştî ku belge û ji helîkopterê avêtina her du welatiyan ji raya giştî re hatin ragihandin, nûçegihana Jinnews'ê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatibûn binçavkirin û girtin. Şehrîban û Nazan ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên girtin, binpêkirinên mafan û muameliyên xirab ên li dijî wan dewam dikin.
 
Hat hînbûn ku rojnameger Şehrîban û Nazan, bi hinceta şewba Vîrusa Koronayê, hîna jî di korîdora girtiyên edlî yên mêr de, tên girtin. Hat ragihandin ku rayedarên girtîgehê çay û avê nadin Şehrîban û Nazan û ji bo paqijiya cihê ku lê dimînin jî tenê firçeyek dane wan. 
 
Tenê parçeyeke penîr didin wan 
 
Hat diyarkirin ku rayedarên girtîgehê ligel xwarina şevê, ji bo taştê jî tenê parçeyeke penîr didin wan.