'Mîhrîcana Amarayê vîna şêniyên Şehbayê nîşan dide'

  • 10:57 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên ku tevlî yekemîn Mîhrîcana Amarayê ya çandî ya li Kantona Şehbayê bûne derbarê mîhrîcanê de wiha gotin: " Mîhrîcana Amara ya ku çanda hemû pêkhateyên  li Şehbayê di nava xwe bi berhemên cuda pêşkêş dike, rengê demokrasiyê û wekheviyê dide nîşandan."
 
Bi armanca zindîkirina çanda pêkhateyên ku li kantona Şehbayê dijîn û bi dirûşma "Zanebûyîn, veguhestin, xweşikbûyîn" Tevgera Çand û Hunerê bi Tevgera Ciwanên Şoreşger re yekemîn Mîhrîcana Amarayê li kantona Şehbayê li dar xist. Mîhrîcan bi pêşkêşkirina berhemên  hunerî yên her pêkhateyek li Şehbayê bi rê ve diçe. Têkildarî mijarê jinên ku tevlî yekemîn Mîhrîcana Amarayê ya çandî li Kantona Şehbayê bûne derbarê mîhrîcanê de nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin. 
 
'Mîhrîcana Amara rengê wekhevî û demokrasiyê ye'
 
Hevseroka Desteya Ciwanên Werzîşê û Endama Komîteya Çalakiyê Gulê Cimo di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku Mîhrîcana Amara hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de hembêz dike û wiha got: "Herêma Şehbayê yek ji herêmên ku tevî rewşên êrîş, koçberî û dagirkeriyê parastina çanda xwe dike. Her wiha lidarxistina Mîhrîcana Amarayê ya ku çanda hemû pêkhateyên  li Şehbayê di nava xwe bi berhemên cuda pêşkêş dike, rengê demokrasiyê û wekheviyê dide nîşandan. Li hember hemû êrîş û kiryarên dijmin ên li ser Şehbayê Mîhrîcana Amara bersiva vîna gel nîşan dide."
 
'Mîhrîcana Amara dê 3 rojan dewam bike'
 
Di dawiyê de Gulê bi lêv kir ku ji bo avakirina civakan çand hîma sereke ye  û wiha bi dawî kir: ”Parastina çandê parastina civakê ye. Di derbarê Mîhrîcana Amara de beşên wêjeyî, çandî û folklorî hatin pêşkêşkirin. Hemû komên ku tevlî Mîhrîcanê bûne ji Şehbayê ne. Mîhrîcana Amara dê heta 18'ê Cotmeha 2020'an de dewam bike." 
 
'Mîhrîcana Amara gaveke dîrokî ye' 
 
Endama Şaredariya navçeyê Ehrezê ya Kantona Şehbayê Rojceng Osman jî  yekemîn Mîhrîcana Amara li pakrewanên azadiyê pîroz kir û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Em pir kêfxweş in ku îro yekemîn car Mîhrîcana Amara a çandî, wêjeyî û  folklorî li Şehbayê tê lidarxistin. Ev Mîhrîcan ji bo şêniyên Şehbayê gaveke dîrokî ye û di nava rewşa heyî de serkeftineke mezin e. Tevî derfetên heyî yên ku li Kantona Şehbayê tê peydakirin, me karîbû berhemek serkeftî ku ji hemû kiryaran re bibe bersiv, pêşkêş bikin." 
 
'Bi Mîhrîcana Amarayê re wê gelek guhertin werin çêkirin'
 
Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefe Hisên teqez kir ku bi rizgarkirina Şehbayê re, êdî gel li nasneme û çanda xwe geriya û ev tişt got: "Kantona Şehbayê gelek êş ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta tirk ve kişandine. Bi rizgarkirina Şehbayê re êdî gel li nasnemeya xwe geriya, da ku jiyaneke bi rûmet bijîn. Çanda xwe parastin, mînaka vê yekê jî Mîhrîcana Amara ya ku îro li qada  Şehbayê tê lidarxistin. Her wiha di roja yekemîn a Mîhrîcana Amara de tiştê ku bala mirov kişand fîlmê sînema ku li ser jiyana azad bû. Ev sînema hem kevneperstiyên herêmê, hem projeya netewa demokratîk vedibêje. Ev mîhrîcan dê gelek bandor û guhertinan bi xwe re bîne."