'Pêwist e dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê bê avakirin'

  • 09:05 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî, Îman Zehran asta xeteriya DAIŞ’ê ya li ser cîhanê û erkên ku dikeve ser dewletên navneteweyî nirxand û wiha got: "Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li ser tevahî welatên cîhanê heye. Pêwist e dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeyetên DAIŞ’ê re bê çêkirin."
 
Piştî ku hêzên QSD'ê li Baxozê DAIŞ têk birin, bi hezaran çete teslîm bûn û niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên girtin. Tevî gelek bangewazîyên ji bo darizandina çeteyan a ji aliyê hêzên QSD’ê, Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk ve ya ji bo welatên ku hemwelatiyên wan tevlî DAIŞ'ê bûne lê belê heta niha di vî warî de gavên şênber nehatine avêtin. Zêdetirî 10 hezar çetayan di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Ji vana 2000 jê çeteyên biyan in. Têkildarî mijarê Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî, Îman Zehran pirsên me bersivand. 
 
Ji dema DAÎŞ hat avakirin heta niha xetereyeke çawa li ser cîhanê çêkiriye?
 
Tevî hilweşandina rêxistina DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê û hin deverên li Îraqê, dîsa jî hewildaneke nû ya ji bo birêxistinbûyina DAÎŞ'ê heye. Armanca rêxistinbûyina DAIŞ’ê ew e ku bi rengekî berfireh dîsa li gelek dever û herêman bi taybet li Ewropayê belav bibe.  Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê ew e ku ew gelek caran êrîşên ji nişkê ve pêk tînin. Çeteyên DAIŞ’ê sûd ji belavbûna Vîrusa Koronayê  (COVID 19) jî wergirt û loma fersendê dibînin ku hîn bêtir xwe bi rêxistin bikin. Li gorî Kovara ’El-Nûbui’ çeteyên DAIŞ’ê ragihandin ku wan 52 operasyonên terorî di hundirê Sûriyeyê de pêk anîne. Çeteyên DAIŞ’ê xeteriya li ser tevahî welatên cîhanê ne.
 
Dewletên ku hemwelatiyên wan tevlî DAIŞ’ê bûne çima wan çeteyan qebûl nakin û ceza li wan nabirînin?
 
Ji dema hilweşandina çeteyên DAIŞ’ê  di Adara 2019'an de, hin welatên Ewropa mîna Nêmsa, Almanya û Fransa, hin hemwelatiyên xwe vegerandin welat. Li aliyê din hîn jî hin welatên Rojavayî hene ku naxwazin hemwelatiyên xwe yên ku berê xwe dane  Sûriyeyê ji bo ku tevlî DAIŞ’ê bibin vegerînin. Hin kes wan wekî çavkaniya gefa ewlehiyê li welatê xwe dibînin. Pêwîst e derbarê vegera hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê de tensîqek navneteweyî û taybet Ewropî çêbibe ku li ser vegera hemwelatiyên xwe gavên şênber bavêjin. Pêwist e ev çete bên cezakirin. Endamên DAIŞ’ê ji 80 welatan e. Yên ku nemirin û man jî li ser tevahî cîhanê ku di hişmendiya xwe de guhertinek çênekirine, xeter in. Ji ber vê yekê ew bi vegera welatê xwe re gefeke gengaz dixwin, lewma welatên wan wan red dikin. Ji ber vê yekê hewce dike ku ji vê xitimandina siyasî, civakî û hiqûqî em derkevin. Ez bawer dikim ku destpêkirina darizandinek navneteweyî ji bo ewlehiya hemû welatan ji bo pirsgirêka van çeteyan re çareseriyeke herî baş e.
 
Bandora êrişên dewleta tirk ên li ser zindîbûyina çeteyên DAÎŞ'ê hûn çawa dinirxînin?
 
Bê guman êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema reva gelek malbatên DAIŞ’ê ya ji kamp û zindanan. Her wiha bû sedema şiyarkirina bi hezaran şaneyên razayî, da ku dîsa rêxistin û hêza xwe xurt bikin. Tirkiyeyê hêzên herêmî û navneteweyî bi êrîşkirina ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xapandiye, da ku hedefên xwe bicih bîne. Ger ku berpirsên DAIŞ’ê di pêkanîna  armancên xwe de bi ser kevin, ew dikarin operasyonên xwe li ser asta herêmî  xurt bikin. Her wiha eger derfet çêbû  û karîbûn birevin derveyî Sûriyeyê, wê komên çekdar li qada navneteweyî zêde bikin.
 
Ji bo çareseriyê çi pêwîst e?
 
Rewşa Sûriyeyê dijwartir bûye, pêdivî bi dîtina çareseriyekê ya ji nakokiyên ku rû didin re heye. Divê xebatek ji bo afirandina qadên hevpar ên ku vê aloziya navxweyî bi dawî bike, were kirin.