'Em li hemberî biryara Bexda û Hewlêrê serî natewînin'

  • 09:04 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
Delîla Mahîr
 
ŞENGAL - Bertekên li hemberî biryara Hikûmeta Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê girtine didomin. Jinên Êzidî, diyar kir ku ne pêwiste ku hêzek din Şengalê biparêz e û gotin: " Piştî 6 salan dayîna biryarek wisa bi guman e û em jî li hemberî biryarê serî natewînin."
 
Piştî ku Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li ser Şengalê lihevhatin û di 9'ê Cotmehê de biryarek hevpar dan, bertek û çalakiyên li hemberî biryarê zêdetir bûn. Mudaxelekirina vîna civaka Êzidiyan ji hêla Kurdistaniyan ve hat şermezar kirin. Êzidiyên ku ligel êşa giran di nava 6 salan de sazî, dezgeh û rêxistinên xwe ava kirin lê niha bi peymanê destkeftiyên Êzidiyan hedef tên girtin. Derbarê mijarê de jinên Êzidî ji ajansa me re axivîn û gotin beyî vîna Êzidiyan nikarin biryaran bigirin. 
 
'Ne pêwiste ku hêzek din me biparêz e'
 
Mamoste Riham Hisên biryara ku hatiye girtin wiha nirxand: “Biryara ji aliyê hikûmeta Herêma Fedaral a Kurdistanê û Iraqê ya ku derbarê Şengalê de hatî girtin dê bandorekî neyînî li ser civaka me Êzidiyan bike û bi taybet jî li ser jin e. Di fermana 2014’an de ew bûn sedema ku 7 hezar gelê Ezidî bibe qurbanî û tekevin destê DAÎŞ’ê. Weke civaka Êzidî tişta ku me jiya em tu carî ji bîr nakin. Em niha li dijî fermanan xwe bi rêxistin dikin. Êşa jinên Şengale vegeriya rêxistinbûnê û vegeriya xwe parastinê. Şengal bi berxwedana jinê hat naskirin. Piştî peşmerge û Iraq ji Şengalê derketin Êzidî dest bi xwebirêxistina xwe kirin. Ji ber vê sedemê biryarên ku bêyî me tê girtin nayê qebûlkirin. Em qebûl nakin wekî di sala 2014’an de li Şengalê tiştek neqewimiyê û carek din bi rehetî vegerin Şengalê, desthiladariya xwe bimeşînin. Êdî heza me YBŞ-YJŞ heye û me diparez in. Edî tu pewîstiya me nîne ku hezek ji derve were û bêje em e parastina we bikin. Dema dev jî me berdan û reviyan edî baweriya me li hemberî wan nema.”
 
'Em ê bibin dengê jinên Êzidî' 
 
Riham, di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta PDK'ê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hêzên PDK'ê dema fermanê me bê hêz hiştin û erka xwe pêk neanîn. Li hemberî fermanê bêdeng man. Em Êzidî tevlî vê biryara ku hatî dayîn nabin. Li dijî vê biryarê me çalekiyek li dar xist. Nêzî 3 hezar kes tevlî çalakiyê bûn û bi yek dengî nerazîbûna xwe nîşandan. Êzidî ne beriya fermanê ye û êdî xwedî bi hêz û bi îrade ne. Ev îrade gelek pêşketinan bi xwe re anî. Edî civaka me qeneat lê aniye ku ji derveyî serkeftinê tu rêyek din nîne. Yên ku tevlî vê biryare bûye naxwazin Êzidî xwedî bi îrade be. Em dema li hemberê vê derdikevin û bertek nîşandin ne ji bo berjewendiye xwe ne. Em ji bo vîna civaka xwe helwest nîşan didin. Bi taybet jî weke jinên Êzidî erka me ye ku em bibin dengê jinên di destê DAÎŞ’e de ne û bibin qerîna wan jinan. Em ne mecburin bibin dengê kesekî/ê din. Di vê fermanê de gelek kes jiyanê xwe dest dan koçber bûn û ketin destê DAÎŞ’e. Lê heviya me tune nebû. Heviya me her tim zindî ye. Em bi vê hêviya xwe bîr û baweriya xwe diparezin.”
 
'Em li hemberî biryarê serî natewînin'
 
Riham di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûnê û wiha got: "Piştî fermanê me xwe rêxistin kir em xwe birêvedibin. Ev biryara ku hatiye girtin we li ser rêxistinbûyîna civaka Êzidî gelek bandora xwe neyenî bike. Rêxistinên ku bê vîna civaka Êzidiyan hatiye avakirin em esas nagirin. Ên ku esas bê girtin civaka Êzidî bi xwe ye. Lê divê bê zanîn ku em li hemberê vê biryarê serî natewînin.”
 
'Li Şengalê rewşek aram heye'
 
Şeniye gunde Kersê ya giredayî Şengalê Heyat Bedel jî li hemberî biryara ku hatiye girtin wiha axivî: "Piştî 6 salan em vegera van hezan naxwazin. Heza me heye û me diparezê. Em dikarin parastina Şengalê bikin. Peşmerge û derveyî peşmerge em weke civaka Êzidî tu hezê din naxwazin bê û parastina me bike. Bila tu hêz bi nave parastina axa Şengalê nekevin Şengalê. Ew niha pirsgirêkan ava dikin. Heke pirsgirêkan nagerin û dixwazin Şengalê aram bikin pêwiste venegerin."
 
'Divê bi xwe biryarên xwe bide'
 
Heyat, da zanîn ku divê Êzidî bi xwe biryarên xwe bide û wiha axaftina xwe domand: "Ev çend sal in Êzidî parastina xwe bi xwe dike. Niha li Şengalê rewşekî aram heye. Ji bo we jî em naxwazin aloziyeke din derxin. Heke îro berxwedana Êzdiyan nebûye îro rewş wisa nedibû. Niha li vir rêxistinbûnek heye û her kesek aliyek li ber xwe dide. Heke biryara ku girtine pêk binîn we berdewamiya fermana 2014’an be. Heta niha keç, zarok, jin û xortên Ezidiya di destê DAÎŞ’e de ye. Pewîst dike ku gelê Şengale li ser Şengale biryaran bigire. Vîna gel nas bike."