Bi gorên hevalên lawê xwe dilê xwe xweş dike

  • 09:03 17 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Bîrgul Karaduman a ku 5 sal e li cenazeyê lawê xwe digere, diçe ser mezelê kesên ku wekî lawê wê di şer de hatine kuştin û bi piştevaniya ku dide malbatên wan dilê xwe xweş dike. 
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 2015-2016'an de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da û cenazeyên ku nedan malbatên wan li Mêrdîn, Riha û Meletyê li goristanên bêkesan defin kirin. Ji van cenazeyên ku nedan malbatên wan yek jê jî yê Abdullah Karaduman e.  Li gel ku malbata Abdullah mînaka xwînê jî ji bo testa DNA'yê da jî cenaze hîna nedane malbatê. Dayika Abdullah Bûrgul Karadûman, a ku cenazeyê lawê wê nedanê diçe ser gorên hevlên lawê xwe ku wekî lawê wê di şer de hatine kuştin û bi piştevaniya dide malbatên wan dilê xwe xweş dike.
 
5 sal e li cenazeyê lawê xwe digere
 
Bîrgul got ku ew 5 sal e li hestiyên lawê xwe digere û anî ziman ku cihekî neçûnê û serî lênedane nemaye. Bîrgulê wiha berdewam kir, "5 sal e li cenazeyê lawê xwe digerim. Li nisêbînê di dema qedexeya derketina derve de hat kuştin. Tu cihekî ku min serî lêneda nema. Min hestiyekî lawê xwe jî nedî. Ji ber ku gora lawê min tune ye ez her roj diçim ser gorên hevalên wî û bîhn dikim. Lwê min êdî tune ye lê qe nebe bi bîhna ku dikim ez wî bi bîr tînim. Em bajar bi bajar geriyan û me mînaka xwînê da  lê me tu encam negirt."
 
'Lawê min tenê ne Abdullah ê'
 
Bîrgulê got ku dema ew piştevaniya kesên zarokên wan hatine kuştin dike hêzê digire û ev tişt got, "Hevjînê min heftê carek du car diçe goristana bêkesan a li Mêrdînê. Ez li vir ew jî li wê em li ser goran fatîhê dixwînin. Carna jî ji min re dibêje tu çima her roj diçî goristanê.  Lê lawê min tenê ne Abdullah e ew ciwanên li wê goristanê hatine definkirin hemû zarokên min in."
 
'Zarokên me ji bo mal û milkê dinê canê xwe nedan'
 
Bîrgulê got ku me malbatan tu êşa me nekişandiye nemaye û wiha berdewam kir, "Divê em bibin yek. Heta ku em nebin yek em nikarin tu tiştî bikin. Wê ev pêvajo heta ku biçe. Di vê pêvajoyê de bêçaretî ji mirinê girantir tê ji me re  .Ez nizanim ku cenazeyê lawê min li ku ye lê dema ku diçim wê axê bîhn dikim hez xwe baş hîs dikim. Zarokên me ji bo malê dinê canê xwe nedan. Xwedê heqê qan ji kesên bûn sebeba mirina wan re nehêle."
 
'Ev îşkence ne bes e?'
 
Bîrgulê got ku dawaza wê ku goreke lawê wê hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî,"Kezeba me ji xwe şewitî, em dizanin ku tu tişt nabe mîna berê. Lê qe nebe bila hestiyên zarokên me bidin me .Daxwaza min ku cenazeyê lawê xwe bigirim. Îşkenceya li me kirin ne bes e?"