ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'ê

  • 09:00 17 Cotmeh 2020
  • Rojev
 
 *Nazli Çîçek Tut 5 sal in di atolyeya hunerê de dixebite û li atolyeyê gelek berhemên balkêş tên çêkirin. Kesên ku tevlî xebatên atolyeyê dibin jî li vir xwe di beşekî hunerê de pêş dixin. BI DÎMEN 
 
*Zeynep Alkiş a li bajarokê Gundikê Melê ye û kevneşopiya gund didomîne anî ziman ku hemû kar û barên gund li ser milên jina ye  û got: “Li gund jiyaneke xewzayî heye. Em debara xwe bi tenê bi sewalkariyê dikin û hemû pêdiviyên xwe bi destên xwe çêdikin.” DÎMEN HEYE
 
*Bîrgul Karaduman a ku 5 sal e li cenazeyê lawê xwe digere, diçe ser mezelê kesên ku wekî lawê wê di şer de hatine kuştin û bi piştevaniya ku dide malbatên wan dilê xwe xweş dike. DÎMEN HEYE
 
*Bertekên li hemberî biryara Hikûmeta Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê girtine didomin. Jinên Êzidî, diyar kir ku ne pêwiste ku hêzek din Şengalê biparêz e û gotin: " Piştî 6 salan dayîna biryarek wisa bi guman e û em jî li hemberî biryarê serî natewînin."BI DÎMEN 
 
*Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî, Îman Zehran asta xeteriya DAIŞ’ê ya li ser cîhanê û erkên ku dikeve ser dewletên navneteweyî nirxand û wiha got: "Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li ser tevahî welatên cîhanê heye. Pêwist e dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeyetên DAIŞ’ê re bê çêkirin."
 
*Dê îro li Şehbayê Mîhrîcana Amara di roja duyem de dewam bike. (10.00)
 
*Dê li dijî tecrîdê li Şehbayê Konreya Star meşê li dar bixe. (16.00)
 
*Ew ê têkoşerên azadiyê li Til Temira Serêkaniyê bên bibîranîn (10.00)
 
*Têkildarî şêwaza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ew ê îro MSD li Helebê komcivînekê li dar bixe. (13.00)
 
*Ew ê çalakiya jinên ciwan li Qamişloyê dewam bike. (13.30)
 
* Bi wesîleya 8'emîn salvegera damezrandina HDP'ê wê li Mêrdîna kevin serdana esnafan pêk were. (10.00)
 
*Çalakvanên TJA'yê  wê di çarçoveya kampanyaya 'em xwe diparêzin' de li Darayê li hev bicicin. (12.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê, bi minasebeta 8'emîn salvegera avabûna partiya xwe ew ê li avahiya navçeyê şahîyekê li dar bixe. (14.00)