76 sazî ji bo Serêkanî û Girê Spî name ji NY'yê re şandin

  • 16:38 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya yekemîn salvegera êrîşên li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî, 76 rêxistinên mafê mirovan û saziyên sivîl yên herêmê nameyek hevpar pêşkêşî NY’ê , YE'yê û rêxistinên navnetewî kirin.
 
Di 9’ê Cotmeha 2019’an dewleta Tirk a êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakurê Rojhilatê Sûriyê kirin. Bi boneya yekemîn salvegerê her du bajaran 76 rêxistinên mirovî û saziyên civaka sivîl nameyek hevpar pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navnetewî kirin.
 
Rêxistinan derbarê nameya xwe de daxuyaniyek dan ku tê de bal kêşandine ser helwesta dewleta Tirk a Serêkaniyê û Girê Spî ku di encamê de bi dehan xelkên ku tê de jin û zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 hezar kes ji neçariyê koçberiyê bûne. Di nameya ku ji NY’ê û Yekîtiya Ewropayê (YE) re şandin de wiha hat gotin: "Wekî rêxistinên ku ev name îmze kirine, em berdewamkirina êrişên hêzên Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê û çalakiyên qirkirina çandî û komî, hedefgirtin, revandin, kuştin û êşkencekirina welatiyan û dagirkirina bajarên wan, şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî, NY`yî û YE`yê dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku van binpêkirinên mafên mirovan yekser û bêyî şert rawestîne. Her wiha milkên taybet ên welatiyên Serêkaniyê û Girê Spî biparêzin.
 
Ev name hêviyên koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û şêniyên seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike, ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û komên radîkal ên girêdayî wê di xeteriyê de dijîn.
 
Ev name hewldaneke gihandina dengê gelên herêmê ye, ku pêwîstiya wan bi piştgiriyeke navneteweyî heye ku vegera wan bi ewlehî li warên wan misoger bike û hêzên dagirker ji bajar û bajarokên wan derxîne."