11 kesên ku li Enqerê hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 16:02 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Di çalakiyên şermezarkirina Komkujiya GAR'a Enqereyê de 11 kesên ku  hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. Piştî serbestberdanê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Ne 5 sal 50 sal jî derbas bibe em ê li dijî kujeran li kolanan têkoşîna xwe bidin." 
 
Malbatên kesên di komkujiya GAR'a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û nûnerên rêxistinên demokratîk di derketina Ulus Metroyê dekom bûn û xwestin bimeşin Qada GAR'ê ya komkujî lê pêk hat. Dema girsê dest bi meşê kir polîsan girse asteng kir. Lê girsê di meşê de israr kir û xwestin bimeşin. Dema girsê dest bi meşê kir polîsan êrîşî girsê kir û 11 kes hatin binçavkirin. Piştî ku li Midûriyeta Emniyeta Enqerê îfadeyên wan hatin girtin şandin nexweşxaneyê û li vir serbest hatin berdan. 
 
Rêxistinên ciwanên Enqereyê li ber nexweşxaneyê daxuyanî dan. Li ser navê ciwanan Şamîl Parlak axivî û got: "Kesên ku 5 sal beriya niha em qetilkirin îro jî êrîşê li me kirin. Nexwestin ku em çalakiya xwe ya biranînê li dar bixin. Her wiha Midûrê Şaxa Ewlehiyê jî raste rast me tehdît kir û got 'Em nahelin ku hûn li kolanan bigerin' em 5 sal in li kolanan li dijî kujeran têkoşînek didin. Ne 5 sal 50 sal jî derbas be em ê li kolanan li hemberî kujeran bisekinin."