'Em ê teslîmî taritiyê nebin”

  • 13:35 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Îzmîr, Stenbol û Manîsayê kesên ku di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi çalakiyên cuda û bi serlêdana goristanan hatin bibîrnanîn. 
 
Ji bo kesên di Komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hat lidarxistin. Li Amed, Stenbol, Îzmîr û Manîsayê çalakiyên biranînê hatin lidarxistin. 
 
Li Amedê nepoxên spî hatin firandin
  
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê çalakiya bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de, pankarta “Em ê Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekin, nedin ji bîr kirin” hat vekirin û wêneyên 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn hatin hilgirtin. Ji bo ku qûrbaniyên komkujiyê, deqeyek rêz hat girtin û dirûşmeyên “Bijî aştî”, “Destên dirêjî aştiyê dibin bişikin” û “10’ê Cotmehê ji bîr neke, ne de ji bîr kirin” hatin berzkirin. 
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn, di bîranînê de axivî û wiha got: “Di 10’ê Cotmehê de, bi heviya aştiya gelên Tirkiyeyê me ber bi Enqerê ve ketin rê. Lê ev hêvî qetil kirin.” Hevberdevka Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Gonul Adibelî jî, diyar kir ku li dijî kesên li hemberî şer derketin û gotin aştî êrîş pêk hat û wiha got: “Kesên şer dixwazin û xwe li ser rageşiyê, kaosê û cudakariyê xwedî dikin, ev komkujî pêk anîn.” 
 
Piştî daxuyaniyê, ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, nepoxên spî hatin firandin.
 
Li Stenbolê goristan hatin ziyaretkirin 
 
Li Stenbolê jî, kesên jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dayîn, li ser gorên xwe yên li Sultangaziyê, Gaziosmanpaşa, Esenler, Eyup, Faîh, Arnavutkoy, Bayrampaşa, Sariyer, Beşiktaş, Şîşlî, Beyoglu, Kagıithane û Zeytinburnuyê hatin bibîranîn. Rêveber û endamên rêxistînên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajar û navçeya û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Endamê MYK’a HDP’ê Ferhat Encu û endamên Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaet-Îş) beşdarî bîranîna Serdar Ben ê li Goristana Gazî hat bibîranîn. Di bîranînê de pankarta “Şerê me hê ne qediyaye, dewam dike…” hat vekirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirvan (ÎHD) ya Stenbolê jî, derbarê komkujiyê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê CHP’ê Tûran Aydogan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûnê. Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yurtsever, bal kişand ser hêzên komkujî pêk anîn û wiha got: “10 roj berî komkujiyê, ixbar hatibû kirin. Lê hêzên ewlekariyê pêşiya vê komkujiyê ne girtin. Bi zanebûn ev komkujî pêk anîn. Divê kesên di nava dewletê de cih digirin bên darizandin. 
Piştî daxuyaniyê, pankarta “Di sala 5’emîn de, me Komkujiya 10’ê Cotmehê Gara Enqerê ji bîr nekir,  nedin ji bîr kirin! Em ê teslîmî taritiyê nebin” bi pencereya ÎHD’ê ve hat kirin.
 
Li Îzmîr û Manîsayê çalakî hatin lidarxistin 
 
Li Îzmîr û Manîsayê jî, rêxistinên civaka sivîl û demokratîk bi heman armancê çalakiyên bîranînê li dar xistin, xwestin berpirsên komkujiyên bên darizandin û peyama ewê komkujiyê nedin ji bîr kirin dan.