Polîs êrîşê meşa malbat û rêxistinên demokratîk ên li Enqereyê kir

  • 10:36 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Bi boneya komkujiyê GAR'a Enqereyê şermezar bikin, rêxistinên demokratîk û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li GAR'ê meşek li dar xistin. Dema girsê li qada GAR'ê dest bi meşê kirin polîsan êrîş kir û 11 kes binçav kirin. 
 
Malbatên kesên di komkujiya GAR'a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û nûnerên rêxistinên demokratîk di derketina Ulus Metroyê dekom bûn û xwestin bimeşin Qada GAR'ê ya komkujî lê pêk hat. Di çalakiyê de malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, parlamenterê CHP'ê Murat Emir, Wekilê HDP’ê Kemal Bulbul û Mehmet Rüştü Tiryakî ji amade bû. 
 
Dema girsê dest bi meşê kir polîsan girse asteng kir. Lê girsê di meşê de israr kir û xwest bimeşin. Dema girsê dest bi meşê kir polîsan êrîşî girsê kir û 11 kes binçav kirin. Malbatên ku polisan êrîşî wan kir li qadek din kom bûn û daxuyanî dan. 
 
Malbatan anîn ziman ku polîsan bi hinceta pandemiyê destûr nedaye. Polîs disa bang li malbatan dikin ku belav bibin. Lê malbat jî bidirûşmeyan helwesta polîsan û komkujiyê şermezar dikin. Girse bê navber dirûşmeyên “Dewleta qatil dê hesab bide" û “10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîr kirin" berz dikin. Malbat bi zincîra mirovan çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya xwe berdewam dikin.