'Dewleta tirk plan dike ku gelê ermenî tune bike'

  • 09:07 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Lemîs Abdullah di derbarê şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de wiha got: "Dewleta tirk bi rengekî eşkere piştgiriya hêzên Azerbaycanê dike, da ku Ermenîstanê dagir bikin. Dewleta tirk kiryarên ku di sala 1915’an de bi destê Osmaniyan li ser gelê ermenî daye meşandin, îro jî didomîne."
 
Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Lemîs Abdullah ku bi esalê xwe Ermenî ye û li bajarê Girê Spî dijiya. Lemîsê bi êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Girê Spî koçî Kobanê dibe û li wir xebatên xwe  didomîne. Lemînê têkildarî şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de axivî. 
 
'Dewleta tirk plan dike ku gelê ermenî tune bike'
 
Lemîsê di destpêka axaftina xwe de li ser aloziyên di hundirê tirkiyeyê de nirxandinên xwe kir û ev tişt got: "Di her demekê de ku dewleta tirk pirsgirêkên hundirîn dijî û tu rêkên çareseriya hundirîn li pêşiya xwe nabîne, gefan li Herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û dewletên Rojhilata Navîn dixwe. Di vê demê de jî dewleta tirk bi rengekî eşkere piştgirya hêzên Azerbaycanê dike, da ku Ermenîstanê dagir bikin. Dewleta tirk kiryarên ku di sala 1915’an de bi destên Osmaniyan li ser gelê ermenî daye meşandin, îro jî didomîne. Gelê ermenî gelek êş ji hovîtiya dewleta tirk kişandiye. Dewleta tirk plan dike ku gelê ermenî tune bike."
 
'Êşên ku me ji hovîtiya dewleta tirk kişandiye em ji bîr nakin'
 
Lemîsê bal kişand ser êrişên li ser ermeniyan û wiha bi dawî kir:"Em weke gelê ermenî gelek caran di komkujiyan re derbas bûne.  Bapîrê min gelek caran behsa serpêhatiyên jiyana xwe dikir.  Di hemû çîrokên wî de serpêhatiyên kuştin û koçberiyê yên ku jiyaye ji me re digot. Bapîrê min dema ku qala komkujiyan dikir, çavên wî tijî rondik dibûn. Bapîrê min ji me re digot ku 10 birayên wî di komkojiyê de hatin qetilkirin û her dibêje ”Pêwist e em tu caran êşên hovîtiya komkojiya ku dewleta tirk bi ser ermeniyan de aniye ji bîr nekin”. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk careke din êrîşî me kir.  Girê Spî û Serêkaniyê ku gelê ermen jî tê de dijî dagir kir. Bi van êrîşan re qirkirina li ser ermeniyan hat bîra min û dîsa serpêhatiyên bapîrê min di bîra min re derbas dibûn. Îro jî dewleta tirk xeyalên xwe birin Ermenîstanê. Hêviya min ji hemû gelê ermenî ew e ku destên xwe bidin hev û li dijî dagirkeriyê û komkujiyan têbikoşin."