TJK-E banga tevlîbûna çalakiyên 10'ê Cotmehê kir

  • 15:17 9 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û bang li her kesî kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 10'ê Cotmehê "Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" bibin.
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji ber salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyekê nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komplo bi tundî hat şermezarkirin û lehengên ku di têkoşîna dijî komployê de jiyana xwe ji dest dabûn bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.
 
TJK-E'yê bal kişand ser êrişên giran ên dema dawî û tecrîdê û diyar kir ku bi têkoşîn û berxwedana hevpar a jinan û tevahiya gelan ew dikarin van êrişan têk bibin. Di daxuyaniyê de bang li jinan, gel û ciwanên kurd, alîgirên nirxên mirovahiyê hate kirin têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin û rêya serketinê vekin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "10'ê Cotmehê weke 'Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî' hat ragihandin. Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê di çarçoveya pêngava 'Li dijî qikririna jinê dem dema parastina jin a azad û civakê ye' û pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' bang li her kesî dikin ku bi rengê herî xurt tevlî 10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî bibin. Di 10'ê Cotmehê de wê li her devera cîhanê dengê ji bo azadiya Rêber Apo bilind bibe."