Kongreya Star: Êrîşên Serêkanî û Girê Spî berdewamiya komployê ye

  • 12:58 9 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkanî û Girê Spî şermezar kir.
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkanî û Girê Spî daxuyaniyek nivîskî da û dan zanîn ku ew ê bi mezinkirina tekoşîna xwe komploya navneteweyî vala derbixînîn, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin û statuya Gelê Kurd mîsoger bikin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Komploya navneteweyî ku di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê Kurd pêş ket, ket sala xwe ya 22’yan. Di şexsê Rêber Ocalan de, dewletên mêtinger û hêzên navneteweyî yên ku Kurdistan kirin çar parçe û Gelê Kurd di bin êrîşên qirqirinê de hiştin cardin bi komploya navneteweyî rê li ber qirqirina tavahî gelê Kurd vekirin. Ev 22 sale Rêber Ocalan di girava Îmraliyê de di bin tecrîdeke girankirî de ye. Dîsa gelê Kurd di bin zilmek mezin a şoven û faşist de ye û xaka Kurdistanê jî di bin gefên dagirkeriyê de ye. Ji bo hebûn û jiyanek azad li ser xaka Kurdistanê hem Rêber Ocalan hem jî Gelê Kurd ji tekoşîn û berxwedanê gav paşde neavêtin. Gelê Kurd di pêşengtiya paradigma û berxwedana Rêber Ocalan de li hember neyarên sedsalan li berxwe da û hîna jî li ber xwe dide.
 
Komplo negihişt armanca xwe 
 
Hêzên navneteweyî, yên herêmî û nokeran bi komploya navneteweyî hesap dikirin ku wê bi dîlgirtina Rêber Ocalan Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd tasfiye bikin û Gelê Kurd ji daxwazên azadiyê dûr bixin. Lê berxwedana Rêber Ocalan û Gelê Kurd nehişt ku bigihêjin armancên xwe û bi ser bikevin. Gelê Kurd di bin ronahî û pêşengtiya Rêber Ocalan û lehengê şoreşê de tekoşîna azadiyê her ku çu bilindtir kir. Tevgera Azadiya gelê Kurd ya ku rista wê tekoşîn û berxwedan e bû tevgerek ku bi milyonan Kurd xwe lê digirin. Wek ku tê zanîn pergala netewa demokratîk a ku bi paradigmaya Rêber Ocalan gav bi gav li Bakur Rojhilatê Surî-Rojava tê hunandin bingeha xwe ji keda Rêber Ocalan a 20 salî digire. Îro jin pêşengê wê paradigmayê û pargalê ne. Bi wê pêşengtî, berxwedan û tekoşînê, ne tenê gelê Kurd hemû neteweyên ku li ser wê xakê dijîn pêl bi pêl ber bi riya azadiyê ve diherikin. 
 
Êrîşên Serêkanî û Girê Spî berdewamiya komployê ye
 
Em dizanan ku hêzên serdest, mêtinger û kapîtalîst ji wê rastiyê ditirsin. Ji ber ku paradigmaya Rêber Ocalan di pêşengtiya jinan de pergalek wekhev, azad û demokratîk esas digire. Alternatifa ku hemû mirovahî îro xwe lê digirin ev paradigma ye. Ji ber wê yekê li Bakur Rojhilatê Surî-Rojava ji bo ku pergala me hilweşînin, hundirê wê vala bikin gelek hewildan û êrîşên ku berdewamiya komploya navneteweyî ye pêş dixin. Bi wan êrîşan  di serî de dixwazin darbeyê li pêşengtiya jin, wekheviya gelan bidin û Gelê Kurd bê statu bihêlin. Di roja dastpêkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de ji aliyê dewleta faşît û dagirker a tirk ve Sêrêkaniyê û Girê Sipî hate dagirkirin. Dîsa qetilkirina hevrêyên me Hevrîn Xelef û Zehra Berkelan bi armanca têkbirina doza kurd bû. Ji ber ku yên pergal, xeta azadî wekheviyê diparezin jinên pêşeng in.
 
Em soza azadkirina Rêber Apo nû dikin
 
Em dizanan ku hem dewletên navneteweyî, hem yên herêmî ku ev sed sal in Kurdistan di bin dagirkeriyê de hiştine û nokerên ku ev komplo bi hev re plan kirine, îro dîsa mil dane hevdu û dixwazin komployê bi qirqirin û bêstatuhiştina kurdan bi dawî bikin. Lê em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe rê nedin ku dagirkerê mêtinger bi ser bikevin. Em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe komploya navneteweyî vala derbixînîn, Rêber Ocalan azad bikin û statuya gelê Kurd mîsoger bikin. Bi wê mebestê em hêzen ku komploya navneteweyî plan kirî û xistî merîyetê û hemu hêzên ku bûne hevkar şermezar dikin û soza mezinkirina têkoşîn û azadkirina Rêber Ocalan didin."