Komxebata ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi nîqaşan didome

  • 14:29 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Komxebata Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê ya li baxçeyê Ronîwar hatibû lidarxistin, bi nîqaşên girîng dom dike.
 
Bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" Akademiya Civaka Demokratîk ya herêma Firatê komxebateke di derbarê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li baxçeyê Ronîwar li dar xist. Hola komxebatê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Di komxebatê de nêzî 130 mêvan, ji rusipî, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk amade bûn.
 
Piştî xwendina perspektîfên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan, Berdevka Meclisa Edaleta Jinê ya herêma Firatê Felek Yusif, di derbarê rastiya Abdullah Ocalan û pirsgirêkên Kurd de semînerek amade kiribû bi zimanê Erebî xwend û wiha hin xal anî ziman: "Rastiya Rêbertî û çareseriya Kurd bê azadiya Rêber Apo nayê çareserkirin, ji ber mifteya çareseriyê di destê Rêber Apo de ye û wê bi nêrînên wî bê çarserkirin." 
 
Endamê Komîteya Çalakvan Ramyar Heyder  ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya Skyp'ê tevlî komxebatê bû, di nava axaftinên xwe de gelek xalên girîng di derbarê fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha anî ser ziman: "Em wek komîteya çalakvanan ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Ewropayê her di nava tevgerê de ne. Gelek kes nizanin fikrê Ocalan çawa ye ji ber dewletên desthilatdar nahêlin ku fikir û fesefeya Rêber Apo bigihêje tu kesî û kesên bindest behsa mafên xwe nekin. Ji bo wê jî divê em bi her awayî di nava hemû çalakiyên xwe de fikrê Rêber Apo bidin nasîn ku Ocalan behsa azadiya gelan dike û jiyaneke demokratîk dixwaze û aştiyê di nava gelên Rojhilata Navîn de bide avakirin."
 
'Divê em rastiya Rêber Apo bixwînin û nas bikin'
 
Paşê Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen nîqaşên xwe di derbarê komxebata azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha anî ziman: "Îro em behsa rastiya Rêbertî dikin, ji ber ku Rêber Apo pêşengtiya şoreşê kiriye û ew  dixwaze vê şoreşê bi rê ve bibe û bigihêje armanca xwe. Dema em rastiya Serokatî tam fêm nekin û fikrê wî pêk neynin wê demê em ê birdoziya Rêber Apo baş bi civakê nedin fêmkirin û di heman demê de em ê civaka xwe li ser bingehekî şaş ava bikin. Ew ê jî bi xwe re aloziyeke mezin bîne."
 
Komxebat bi nîqaşan didome.