PENa Kurd:Rojnamegerên jin bûn sembola têkoşîna çapemeniya azad

  • 16:51 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
PENa Kurd:Rojnamegerên jin bûn sembola têkoşîna çapemeniya azad
 
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd têkildarî 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd da zanîn ku Jinên Kurd wekî her qadê di qada rojnamegeriya azad de jî xwedî serkeftineke pêşketî ne û got:"Rojnamegerên jin ên kurd tevî hemû zext û derfetên kêm derketin ser rê. Ji bo şopandina rastî û ragihandina ji raya giştî re berdêlên mezin dan. Ew bûn wîcdanê civakê û sembola têkoşîna çapemeniya azad."
 
Bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegeren Jinên Kurd Komîteya Birêvebir a Giştî ya PENa Kurd daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rojnamegerên jin ên kurd ji ber ku mekanîzmayên zext û tundiyê yên sîstemê teşhîr dikin her hedef tên girtin û wiha hat gotin:"Li dijî îktidara ku televizyon, ajans, rojnameger, radyo û kovar bi awayekî berfireh kiriye bin hîmayeya xwe û li dijî exlaqê civakê disekine, em dibêjin em ê bibin dengê rojnamegeran."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îro 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd e. Jinên Kurd wekî her qadê di qada rojnamegeriya azad de jî xwedî serkeftineke pêşketî ne. Rojnamegerên jin ên kurd tevî hemû zext û derfetên kêm derketin ser rê. Ji bo şopandina rastî û ragihandina ji raya giştî re berdêlên mezin dan. Ew bûn wîcdanê civakê û sembola têkoşîna çapemeniya azad. Li dijî medyaya alîgir, serdest, baviksalarî, dijminê jinê bi sekneke jixwebawer gav paş neavêtin. Li dijî zimanê zayendperest ê ku tundiya li ser jinê û civakê zêde dike şer kirin û kameraya wan ji destên wan neket. Rojnamegerên jin ên Kurd ji ber ku mekanîzmayên zext û tundiyê yên sîstemê teşhîr dikin her hedef tên girtin. Ji ber ku, li dijî medyaya alîgir a ku rojnamegerên jin wekî metayekê bi kar tîne, li berxwe didin, bi binçavkirin, girtin, dûrxistina ji kar, îşkenceya derûnî tên cezakirin. 
 
'Bi rêya polîtikayên çewisandinê êriş li dijî rojnamegeran tê kirin'
 
Binpêkirina mafan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser gelek qadan tên meşandin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binçavkirin, girtin, êriş, muameleya nebaş, îşkence, gef, lêpirsîn, doz, astengkirina şopandina nûçeyan a li ser rojnamegeran didomin.  Li gor daneyên  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ku navenda wê Amed e hejmara rojnamegerên girtî  (Ji 4'ê Îlona 2020'an vir ve) 95 kes in. Sîstema ku sekna bi biryar û mafdar a li dijî polîtîkayên şerê taybet hezim nake bi rêya polîtikayên çewisandinê êriş dike. Doh girtin ser buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) û ser mala nûçegîhana. Di serdegirtinê de nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinê Jinnews'ê Şehrîban Abî, Rojnameger Nazan Sala, Nûçegîhanên MA'yê Cemîl Ugur, Adnan Bîlen hatin binçavkirin. Ji ber ku Cemîl Ûgur ê avêtina ji helîkopterê ya Servet Turgut û Osman Şîban kir belge, hat binçavkirin. Rojnamegerên Kurd ên dibin dengê gel, jin, zarok û gelên bindest îro li qadan gavê paşve navêjin û têkoşîn û xebata ji bo ragihandina rastiyan didomînin. 
 
'Em ê bibin dengê rojnamegeran'
 
Li gor lêkolînên Tora Rojnamegerên jin Coalition For Women in Journalism (Di Rojnamegeriyê de Koaslîyona Jinê ) Tirkiye di mijara gefxwarina li jinê de di nava 5 welatan di rêza sêyem de cihê xwe digire. Avakara koalisyonê Kiran Nazish gotibû: "Em dikarin bibêjin, ji nava hemû welatan Tirkiye herî zêde jinên rojnameger dike girtîgehan. Di nava welatên em dişopînin di rêza yekem de cih digire." Em wekî PENa Kurd di Roja Rojnamegerên Jinên Kurd de dibêjin ku li dijî binpêkirin, zext, tundî, girtin, binçavkirina li dijî rojnamegeran em ê bisekinin û li gel çapemeniya azad a rastiyê ji civakê re radigihîne cihê xwe bigirin. Li dijî îktidara ku televizyon, ajans, rojnameger, radyo û kovar bi awayekî berfireh kiriye bin hîmayeya xwe û li dijî exlaqê civakê disekine, em dibêjin em ê bibin dengê rojnamegeran. 
 
Komîteya Birêvebir a Giştî ya PENa Kurd"