1'emîn Konferansa HPC-Jin dest pê kir

  • 12:36 15 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - 1'emîn Konferansa Hêzên Parastina Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Hebûna xwe biparêze! Azadiya xwe misoger bike" li navçeya Rimêlanê dest pê kir. 
 
Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Hebûna xwe biparêze! Azadiya xwe misoger bike" li Çand û Hunera Aram Tîgran a navçeya Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 62 delegeyan konferansa xwe yê yekem lidarxist. Hola konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Hêza Parastina jin pergala Îmralî û dagirkeriyê têk dibe", "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hatibû xemilandin.
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre jî endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Asya Abdullah konferansa yekem a Hêzên Parastina Civakî ya Jinê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Li hember dagirkerî û faşîzmê, heta roja îro berxwedanek bê hempa tê meşandin. Dewleta tirk û hevkarên wê heta roja îro jî bê navber êrîşên xwe li dijî kurdan berdewam dikin, ji ber dewleta tirk proje û berxwedana me ji bo xwe wek xeterî dibîne. Îro li Rojavayê Kurdistanê jin pêşenga her karî û xebatî dike û ev yek jî xofek mezin dixe di nava dilê dijmin de. Niha li her derê cîhanê aloziyek tê jiyîn, aloziya ku derdikeve desthilatdar li ser gelan didin jiyîn. Ji ber pergala cîhanê niha di qeyranekê herî mezin de ye û di van salên dawî de jî pir eşkere derket holê. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rola girîng yek jî Hêzên Parastina Civakî ya Jinê lêyîst û şoreşa me temam kir. HPC-Jin di hemû waran de  li ber xwe dan û li hember xeteriyan sekînin û rola wan di nava civakê de sereke bû. Bi rojane di nava hewildanê de ne ku civaka xwe û tevahî jinan biparêzin."
 
Piştî axaftina Asya Abdullah 5 kes ji bo dîwanê hat bijartin. Piştî dîwanê perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullaha Ocalan û rapora du salan a kar û xebatê ji aliyê Rêveberiya HPC-Jin Dua Ebd-Elsemet ve hate xwendin. Her wiha li ser rewşa rêxistinî û rewşa jinan di HPC- Jinê de hate guftogoh kirin.
 
Konferans bi nirxandina rapora du salan û xwendina rêziknameyê dewam dike.