Şenay Aslan a bi tehdît û zextan re rûbirû dima xwe kuşt

  • 09:07 15 Îlon 2020
  • Rojane
 
 
Safiye Alagaş
 
ÊLIH - Şenay Aslan. ya ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî rastî zext û tehîdan hat întîxar kiribû. Dayika Şenayê, Turkan A. diyar kir ku gelek caran hat tehdîtkirin û got: " 20 rojên dawî bi zarokan re jî eleqeder nedibû. Me rewş nizanibû, gelo dihat tehdîdkirin? Em nizanin çi jiya. Tiştek nedigot. Piştî zarokên wê hatin em nizanin çi jiya. Xwezî min bizanebûya."
 
Li Êlihê jina bi navê Şenay Aslan xwest ji Mahmut K. yê pê re zewicandî dest berde, întîxar lê hat ferzkirin di 8’ê îlonê de li mala xwe bi çekê dawî li jiyana xwe anî. Şenay nêzî salek berê fêr dibe ku Mahmut K. bi jinek din re têkiliya wê heye û li ser vê Şenay dixwaze dest jê berde. Mahmut K. jî vê qebûl nake. Şenay Aslan ku saleke hewl dide dest ji Mahmut K. berde her tim bi tehdîtan re rûbirû maye û gelek caran bi hinceta ku "alîkarî daye rêxistinê" polîsan bi ser malê de girtine. Herî dawiyê Şenay Aslan dayika 3 zarokan dawî li jiyana xwe anî. Dayika Şenayê Turkan A. ji ajansa me re behsa serpêhatiya Şenayê kir. 
 
‘Bi mirinê tehdîd kir...'
 
Dayika Şenayê, Turkan A. tiştên ku keça wê jiya vegot û ev tişt anî ziman: “Mahmut her tim wê tehdît dikir û dixwest carek din bizewice. Şenay her 3 zarokên xwe girt hatin cem me. Piştî demek du zorak çûn cem bavê xwe. Ev tişt pir bandorekî neyînî li ser Şenayê kir û ji neçariyê ji bo zarokên xwe berê xwe da mala Mahmût. Lê êdî zarok li hemberî dayika xwe bibûn dijminek. Demek Şenay li vir ma piştî ku belgenameyên doza hevberdanê hat destê Mahmût û êdî tehdît dest pê kirin. Şenay li dijî tehdîtan dîsa hat cem me."
 
‘Got alîkariyê dide rêxistinê û îxbar kir’
 
Turkan di axaftina xwe de bal kişand ser asta tehdîtên Mahmud û got: "Piştî Şenay hat malê polîsan bi ser mala me de girt. Bi hinceta ku 'Alîkariyê didin rêxistinê' li malê legerîn hat kirin. Piştre em hîn bûn ku Mahmud îxbariya mala me kiriye. Piştî demekî 2 zarokên Şenayê ji Şenayê re telefonê vedikin û dixwazin bi dayika xwe re bijîn. Li ser vê yekê Şenay çû zarokên xwe anî. Zarokên ku nedixwestin biçin cem Mehmût ji hêla Mehmût ve dihatin tehdîtkirin. Mehmûd her tim ji zarokan re digot 'Hûn neyên ezê dayik û xalê we bikujim"."
 
‘Di 20 rojên dawî de ji cihê xwe ranedibû’
 
Turkanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji ber pandemiyê doza destberdanê hatibû taloqkirin û got: “Di sê mehên dawî de min sê xizmên xwe winda kirin. Şenay 20 rojên dawî gelek bê hal bû. Ez diçûm cem wê, min got rabe evqas êşa min heye hinek ligel min be. Wê jî digot ‘dayê ez nikarim, rewşa min ne başe’. Min digot rabe keça min ji zarokan re tiştekî amade bike. 20 rojên dawî bi zarokan re jî eleqeder nedibû. Me rewş nizanibû, gelo dihat tehdîdkirin? Em nizanin çi jiya. Tiştek nedigot. Piştî zarokên wê hatin em nizanin çi jiya. Xwezî min bizanebûya. Roja bûyerê ez çûbûm gund. Roja ez çûm min li ber derî dît. Em çû gund saet di 12'yan bû. Zarok geriyan agahî mirina wê dan min."
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.