‘Bi hebûna xwe em ê pirsgirêkên heyî ji holê rakin'

  • 09:05 15 Îlon 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Endamên Rêveberiya Xweser di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya civîna ku li Wargeha Serdemê ya Herêma Şehbayê hatî lidarxistin û gotin: "Jin dê bi hebûn û vîna xwe tevahî pirsgirêkên heyî çareser bikin. Çend pirsgirêk hebin jî em ê bi her awayî xebatên xwe bidomînin." 
 
Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hola Wargeha Serdemê ya herêma Şehbayê civînekê berfireh li dar xistibû. Civîn bi tevlîbûna 145 delegeyan pêk hat. Di civînê de rewşa siyasî û rexistinê berfirehî hatin nirxandin. Di civîna ku pêk hatî de Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Herêma Efrînê Şîraz Hemo û seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidrobal kişandin ser rewşa siyasî û pêşketinên dawiyê. 
 
Her wiha derbarê civînê de jî endama Komîteya Jinan a Meclîsa Bajarokê Til Rifaetê Leyla Bekir, endama Meclîsa Navçeya Şêrewa Efrînê Rojîn Qehreman û cîgira hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Rifaet Zeyneb Silêman nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Li dijî planên qirêj yekitî'
 
Şîraza di civînê de bal kişand ser rewşa siyasî û got: "Dewletên hegomonîk ên li ser xaka Rojhilata Navîn şer dikin, ji bo qirkirina gelên herêmê vî şerî didin meşandin. Civîn û hevpeymanên ku bi armanca parçekirina Rojhilata Navîn tên çêkirin li gor berjewendiyên xwe berê pêvajoyan didin guhertin. Yekîtiya gelan encax bikaribe rê li ber van planan bigre."
 
Cîhan jî di civînê de li ser rewşa rêxistinbûyînê rawestiya û wiha axivî: "Jina Efrînî di nava 3 salên koçberiyê de heya niha rêxistina xwe diparêzê. Ev yek jî cihê moral û serfiraziyê ye. Em serkeftinê ji tevahî jinan re dixwazin."
 
'Em xebata xwe tevî astengiyan didin meşandin'
 
Leyla, destnîşan kir ku civînekê girîn bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li darxistina civînê ji bo nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî bi tevlîbûna nûnerên ji Desteya Jinan ji bo me gaveke gelek baş bû. Ji bo pêşketina kar, ji holê rakirina kêmasiyan û tecrûbeyên kar ji herêman em bigirin. Em wek jinên Efrînê yên li Şehbayê li ber xwe didin, ruxmî astengiyên ku rastî me tên têkoşîna me jî didome."
 
'Kombûna jinan dê pirsgirêkan çareser dike'
 
Rojîn, da zanîn ku jin bi xebatên xwe bûn xwedî tecrûbeyê û mijar wiha şîrove kir: "Pêwîstî bi civîneke wisa ji bo nîqaşkirina rewşa jin û pêşketinên ku çêbûne, hebû. Ji ber bi rêya civînan û bi kombûna hejmarek ji jinan li ser astê sazî û dezgehan dihêle ku kêmasiyên heyî ji holê bên rakirin. Her wiha piştgiriya jin were kirin, ji bo ku bikaribe di hemû aliyan de nêrînên xwe parve bike."
 
'Hebûna jin di nava saziyan de cihê pêşketinê ye'
 
Zeyneb jî diyar kir ku hebûna jinan a di nava saziyan de cihê pêşketinê ye û wiha dom kir: "Hebûna jin di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de li Şehbayê cihê pêşketinê ye. Her wiha jin ji bo rêxistinkirina tevahî jinan tev digere. Em bi hêvî ne ev civîn bibe bersîv ji bo tevahî pirsgirêkan re û kêmasiyên heyî çareser bike. Her wiha xwesteka me ew e ku perwerde ji mêran re bên vekirin û azadiya jin bi wan bidin danasîn."