ROJEVA 15’Ê ÎlONA 2020’Î

  • 09:00 15 Îlon 2020
  • Rojev
 
 
* Jinên ku di Dirûnxaneya Êlên ya Komîteya Aboriyê ya Kongreya Star de dixebitin diyar kirin ku ji bo serbixwebûna aboriya jinê projeyên bi vî rengî girîng in û gotin: "Bi projeyan wisa em dixwazin jin li derveyî malê bixebitin. Em bi hêvîne ku hemû jinên Helebê cihê xwe di nava projeyê de bigirin." BI DÎMEN 
 
*Endamên Rêveberiya Xweser di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya civîna ku li Wargeha Serdemê ya Herêma Şehbayê hatî lidarxistin û gotin: "Jin dê bi hebûn û vîna xwe tevahî pirsgirêkên heyî çareser bikin. Çend pirsgirêk hebin jî em ê bi her awayî xebatên xwe bidomînin." BI DÎMEN 
 
* Derbarê zêdebûna vîrûsa koronayê de Hevseroka SES'ê  Yildiz Ok Orak axivî û got: "Daneyên ku Wezîrê Tenduristiyê parvedike rastiya pandemiyê nîşan nade. Pergala tendirustiyê li ber ruxandinê ye ku wisa berdewam ji bike em ê rastî felaketên mezin werin.” BI DÎMEN 
 
*Nûnera Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên bal kişand ser rewşa jinan a li her çar parçeyên kurdistanê û ev tişt got: “Li hember hemû kiryarên faşîst yên ku hebûna jinan hedef digrin û di nava hawêrekê de wê dorpêç dike, yekîtiya jinan girîng e." BI DÎMEN 
 
*Şenay A. ya ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî rastî zext û tehîdan hat întîxar kiribû. Dayika Şenayê, Turkan A. diyar kir ku gelek caran hat tehdîtkirin û got: " 20 rojên dawî bi zarokan re jî eleqeder nedibû. Me rewş nizanibû, gelo dihat tehdîdkirin? Em nizanin çi jiya. Tiştek nedigot. Piştî zarokên wê hatin em nizanin çi jiya. Xwezî min bizanebûya."
 
*Bi tevlîbûna 60 jinê bi awayekî kollektîf a bi navê "Keda Jinê" 5 meh in xebatek tê kirin. Jinên ku di dema pandemiyê de li malê dixebitin niha carek din dest bi xebatên xwe kirin û ji bo zivistanê amadekariyên xwe dikin. BI DÎMEN 
 
*Jinên Şengalî bertek nîşanî êrîşên hewayî yên li ser Şengalê dan û gotin ku êrîş li ser rêxistinbûn û îradeya wan tê kirin. BI DÎMEN