Dayikên Aştiyê: Kesê şer biqedîne Abdullah Ocalan e

  • 15:37 14 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê Derbarê bernameya Polîtîkayên Aşytiyê ya DHP'ê ku daye destpêkirin de daxuyanî dan û gotin, "Muhatabê bidawîkirina şer Abdullah Ocalan e."
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî “Bernameya Aştiyê” ya HDP’ê ku di 1’ê Îlonê de eşkere kiribû li avahiya xwe ya li navçeya Fatîh Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Daxuyaniya kurdî Dayika Aştiyê Bedîa Gokkuz da û daxuyaniya tirkî jî Perîhan Akbûlût da. 
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokkuz diyar kir ku di pêvajoya şerê 40 salan de wan her tim aştî aniye ziman û banga aştiyê kirine û ji bo pêkhatina aştiyê deklarasyona aştiyê ya HDP’ê watedar e. Gokkuz anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd di vî şerî de bi deh hezaran însan jiyana xwe ji dest dane û loma ji bo rawestandina şer çi ji destê wan were û pêwîst be ew amade ne. 
 
Bedîayê destnîşan kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Bedîayê got pirsgirêkên heyî bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re qat qat zêde û giran bûne û ji bo çareseriyê pêwîste ewil tecrît were rakirin û ev yek jî bi destpêkirina şertên muzakereyê mimkin e.