Derbarê parêzerê Gulîstan Doku de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 14:12 14 Îlon 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Derbarê parêzerê malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ya 255 roj in windaye Alî Çîmen de, bi îdîaya “veşartîbûna lêpirsînê bin pê kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê, derbarê parêzerê malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ya 255 roj in windaye Alî Çîmen de, bi îdîaya “veşartîbûna lêpirsînê bin pê kiriye” dest bi lêpirsînê kir. 
 
Parêzer Alî ji ber peyva “tu cismek ne ketiya avê” ya di beşa duyemîn a rapora têkildarî Gulistan hat amadekirin cih digire ya di meha tebaxê de bi raya giştî re parvekir tê sûcdarkirin.  Parêzer Alî, diyar kir ku li şûna dozger enerjî û demê xwe ji bo ronîkirina aqûbeta Gulîstan Dokû xerc bike, bi wan re mijûl dibe û got: “Ev lêpirsîna hatî destpêkirin, li dijî hiqûqê ye. Jineke ciwan a 21 salî windaye. Bi tu awayî agahî jê nayê girtin û em dixwazin aqûbeta wê bê diyar kriin. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Lê tên derbarê me de dest bi lêpirsînê dikin. Weke tê zanîn berê jî biryara binçavkirinê derbarê malbatê de hebû. Bi rastî jî ev trajediyek mezine. Lê bila bê zanîn ev nêzîkatiyên wiha biryardariya mezintir dike. Em ê şopdarê dozê bin. Em ê dest ji vê şopdariya xwe bernedin.”