Kongreya Star ji bo piştgiriya gelê xwecihî yê Meksîko nameyek şand

  • 13:00 14 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star bi armanca piştgiriya gelê xwecihî li Meksîko nameyek şandin û got: “Em bang dikin ku hikûmeta Meksîkayê hebûna van komên çekdar qebûlneke û xwedî li civaka xwe derbikeve. Her çiqas em ji hev dûr bin jî, em dîsa ji we re dibêjin tekoşîna we têkoşîna me ye.” 
 
Koordînasyona Kongreya Star bi armanca piştgiriya gelê xwecihî li Meksîko û şermezarkirina êrîşên ku ser vê civakê tên kirin, nameyek şand. Tê de hat gotin ku: “Pergala baviksalarî ya ku di dewleta Meksîkayê de xwe pêşkeş dike, ji bo êrîşên ku li ser civakê tê kirin berpirsiyar e. Pergala ku îro li wir tê meşandin heman pergal ser Efrînê jî hat kirin.”
 
Nameya pîştgirî ji bo gelê xwecîhî yên Meksîko hatiye nivîsin wiha ye: “Em wekî jinên têkoşer li Rojavayê Kurdistanê bangewayiza piştgiriyê ya xwişk û birayên xwe yên xwecîhî yên li Meksîko dikin. Civakên xwecihî ji aliyê hêzên desthilatdar ve rastî êrîşan tê û dewleta Meksîkayê li beramberî vê yekê parastina gelê xwecihî nake. Ev yek rê li ber êrîşan vedike. Ev êrîş gelên xwecihî hedef digire, axa wan talan dikin. Pêwiste gelê Meksîkiya bi şêwazên demokratîk rêxistina xwe xurt bikin û li dijî van êrîşan bibin yek. Ji bo wekheviya zayindî, ekolojik têbikoşin. 
 
Pergala baviksalarî ya ku di dewleta Meksîkayê de xwe pêşkeş dike, ji bo êrîşên ku li ser civakê tê kirin berpirsiyar e. Pergala ku îro li wir tê meşandin heman pergal ser Efrînê jî hat kirin. li Efrînê pergala desthilatdar ya dewleta tirk bi dagirkeriyê re mirov koçber kirin û guhertinên demografîk li hermê dan çêkirin. Ev êrîş di xizmeta bercewendiyên wan ên serwer de ye. Tevî her tiştî teslîm nebin, berxwedana xwe xurt bikin. Ji bo pergaleke azad têkoşîn bikin, civaka xwe biparêzin û li ber xwe bidin. 
  
Em êrîşên ku ji aliyê komên çeteyan ve li dijî civakên xwecîhî tên kirin şermezar dikin. Em bang dikin ku hikûmeta Meksîkayê hebûna van komên çekdar qebûlneke û xwedî li civaka xwe derbikeve. Her çiqas em  ji hev dûr bin jî, em dîsa ji we re dibêjin tekoşîna we têkoşîna me ye û  şoreşa me şoreşa we ye.”