‘Di dîroka Tirkiyeyê windabûna herî mezin a kar û îstîhdamê tê jiyîn’

  • 09:07 14 Îlon 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL- Seroka Giştî y DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu der barê Roja Ked û Kar de nirxandin kir û da zanîn ku di dîroka Tirkiyeyê de windahiya herî mezin a kar û îstîhdamê tê jiyîn û banga ‘pirsgirêkê bibîne, qebûl bike û çareser bike’ li hikûmetê kir.
 
Ji ber vîrusa korona ev 6 meh e li tirkiyeyê fonekî gelek kêm ê bi navê 'Xebata kurt tên dayîn'. Di pereyên tên dayîn de ji bo mexduriyet bê rakirin sererastkitinek nayê kirin û bi biryara serokomariyê re du meh zêdetir dirêj bû. Xebatkarên bi pereyên di bin mûçeyê asgarî de digirin, wê du mehên din jî wisa berdewam bikin. Li aliyê din bi hezaran xebatkarên ku pere nagirin jî hene. Yên pere nagirin jî li ber Îşkûrê bendewariya xwe didomînin.
 
Pirsgirêka debarê û betaliyê roj bi roj zêde dibe, neçareseriya hikûmetê jî gel terkî qedera wan kiriye. Serokê Giştî yê AKP’ê û serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kiribû ku mîlyar lîrayê di Pergala Teqawîtbûna Şexsî (BES) de kom bûye wê wek çavkaniya sektora taybet bi kar bînin û ji ber vê kedkar ketin fikarê.
 
Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) Arzu Çerkezoglu der barê rojeva kedkaran de nirxandin kir.
 
‘Pêvajoyek giran heye’
 
Arzuyê der barê pirsgirêkên tenduristî û aboriyê yên ku pandemiyê rê li ber wan vekiriye, balkişand ser berpirsyariya dewletê û got AKP’ê ji destpêka pêvajoyê û heta niha hemû polîtîkayên xwe li şûna ji bo berjewendiyên gel pêk bîne, ji bo berjewendiyên sermayê pêk aniye û got: “Ji ber polîtîkayên hikûmetê krîza aborî giran bû.Ji xwe aborî zêde nebaş bû, me bandora krîza aborî ji kurahî hîs dikir, li ser vê pandemî hat jiyîn. Ji ber pandemiyê aborî û civak zêdetir bi bandor bû. Di dîroka Tirkiyeyê de windabûna herî mezin a kar û îstîhdamê tê jiyîn. Rêjeya betaliyê gihiştiye ji sedî 50. Bi taybet betaliya jin û ciwanan. Di hatiniya welatiyan de kêmbûnek cidî heye. Gelek kargeh hatin girtin û kes ji kar hatin avêtin.”
 
‘Gel mahkûmê nîvê mûçeyê asgarî kirin’
 
Arzuyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî qedexeya ji kar avêtinê heye jî ev rewş tê jiyîn û ev tişt bi lêv kir: “Hikûmetê ji bo karsazan şertên destura bê pere derxist. Ji ber vê karkeran mexduriyetên mezin jiyan. Karkerên derketin destura bê pere mahkumê nîvê mûçeyê asgarî hatin kirin. Niha hejmara kesên derketina destura bê pere nêzî 2 milyonî ye. Îro nêzî 3 milyon hevalên me ji pereyê bi navê 'Xebata kin' fêdeyê digirin lê ji ber gelek şert hene jî piranî karker fêdeyê nagirin. Betalî pir zêde bûye.”