‘Nexweşî li pêşiya fêrbûna zimanê dayikê nikare bibe asteng’

  • 09:06 14 Îlon 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Mamoste û xwendevanên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê dimînin hestên xwe ji bo sala perwerdê ya 2020 û 2021'ê anîn ziman û wiha gotin: " Em derbasî sala nû ya xwendinê bûn, ev yek jî gelek kêfxweşiyê bi me re dide çêkirin. Piştî demeke dirêj dîsa em vegeriyan dibistanên xwe."
 
Rêveberiya Xweser piştî belavbûna Vîrûsa Koranayê û xeteriya wê li ser tenduristiya xwendekaran biryara paşvedana vekirina dibistanan dabû. Dibistanên ku vekirina wan ji bo demekê hatibû taloqkirin, di 12'ê Îlonê de dest bi salan û ya perwerdê ya  2020 û 2021'ê kirin.  Têkildarî mijarê Mamoste û xwendekarên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê dimînin hestên xwe anîn ziman û bi me re parve kirin. 
 
'Em ê tendirustiya xwendekarên xwe biparêzin'
 
 Rêvebera Dibistana kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê, Mewlûde Qenbûr kêfxweşiya xwendekaran a ji bo vê salê û zehmetiyên ku di sala borî de dîtine anîn ziman û wiha got: "Me dest bi vekirina dibistanan kir.  Xwendekaran bi kêfxweşiyeke mezin  berê xwe dan dibistanên xwe. Di salên borî de me di nava çadiran de wane didan xwendekaran,  lê niha dibistan hatin avakirin û ev jî ji bo me pêşketin e. Ji ber rewşa koranayê zarok pir ji xwendinê dûr ketin, lewma hewildanên me hene ku valatiyên xwendekar jiyan em xwendinê tijî bikin. Mamoste û xwendevan bi hev re wê di warê tendirustiyê de tedbîrên xwe bigirin. Weke tedbîr ji bêlî 15 xwendekaran derbasî refê nabin. Em ê her parastina zarokên xwe bikin û tu nexwaşî li pêşiya fêrbûna zimanê dayikê nabe asteng."
 
'Em bi vegera li dibistanên xwe gelek kêfxweş in'
 
Xwendekara bi navê Bihar Omer jî li ser vekirina dibistanan kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got : "Em derbasî sala nû ya perwerdê bûn û vê jî me  gelek kêfxweş kir. Em moralê xwe ji mamosteyên xwe digirin. Em dixwazin her bi zimanê xwe bixwînin."
 
'Me bêriya mamoste û hevlên xwe kiribû'
 
Xwendekara bi navê Hêva Elo jî hestên xwe ji bo vekirina dibistanê wiha bi lêv dike: " Piştî demeke dirêj dîsa em vegeriyan xwendina xwe. Em waneyên kurdî dibînin ji bo ku fêrî zimanê xwe bibin. Ji ber nexweşiya koranayê em şagirt pir nêzî hevdu nabin û dûrbûna di navbera xwe de diparêzin. Me bêriya mamoste û hevalên xwe kiribû."