Pakîstan Bîlen: Heke yekitî hebe tu hêz nikare êrişê me bike

  • 09:03 14 Îlon 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, bal kişand ser ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya ku 15 meh in didome û got: "Ambargo bandorê li debarê, li tenduristiyê, li perwerdê û li ewlehiyê dike. Ligel hişyarî û hevdîtinên me NY, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi israr bêdengiya xwe diparêz in. Heke yektiya me hebê tu hêz nikare êrişê me bike û vîna me lawaz bike." 
 
Di 17'ê tîrmeha 2019'an de ambargoya li hemberî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat destpêkirin. Bi her awayî Mexmûr hat dorpêçkirin. Aliyek êrîşên çetayan, aliyek, amborgo û aliyek jî vîrûsa koronayê. Li dijî ambargoyê gelek çalakî hatin lidarxistin û herî dawiyê jî Şandeya Mexmûrê li Silêmaniyê rêzehevdîtin bi sazî û partiyên siyasî re pêk anîn. Ligel rewşa heyî, hewldan û hişyariyên ku tê kirin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdengiya xwe diparêzin. Her wiha bêhelwestbûna Neteweyên Yekbûyî jî ji hêla şêniyên wargehê ve tê rexnekirin. Derbarê ambargoya ku 15 meh in tê domandin û rewşa dawiyê ya wargehê de Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Pakîstan Bîlen ji ajansa me re axivî. 
 
'15 meh in ambargo didome'
 
Pakîstan, diyar kir ku 15 meh in li hemberî wargehê ambargoyek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ambargoyê rê nadin ku şêniyên wargehê pêdeviyên xwe yên jiyanê pêk binin. Her çiqasî jî ev demek dirêje ku dorpêçek li ser wergehê jî tê meşandin jî gel bi vîna xwe li ser piya ne. Me gelek caran bi rêya bername û daxuyaniyan bal kişand li ser vê dorpêçê. Lê belê heta vê gavê jî ji aliyê tu rêxistinan ve gavek nehatiye avêtin. Şêniyên wargehê bi derfetên xwe jiyan xwe bi rêve dibin. Bi taybetî pêşwazî kirina pêdeviyên jiyanê de zehmetî tên jiyîn." 
 
'Alavên tenduristiyê kêm in' 
 
Pakîstan, di axaftina xwe de bal kişand ser tenduristiya penaberên wargehê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi taybetî xalek din tenduristiya civakê ye. Her dem tê gotin tendurustiya kesek yan jî ya civakê li ser her tiştî re ye. Li vir gelek nexweşên kornîk hene û tendurustiya wan di xeterê de ne û ev kes ji ber ambargoyê nikarin biçin nexweşxaneyê. Her wiha li vir jinên ducanî hene ev ji ber dorpêçê nikarin biçin nexweşxaneyê. Li vir nexweşxaneyekî me heye lê belê gelek caran dermanên wan terê nakin. Li nexweşxaneya me alavên tendurustiyê kêm in."
 
'Di derfetên kêm de dê perwerdê bê dayîn' 
 
Pakistan, diyar kir ku perwede lingekî civakê yê girîng e û wiha bi lêv kir: "Dê meha pêşiya me dê perwerde bên destpêkirin. Ji bo xwendevanan divê perwerdeyekî bi tenduristî bê dayîn. Her wiha niha di destê me de lênûsk û penûs jî nîne. Bê derfetiyan dê çawa zarok ji perwerdê sûdê bigirin. Ji ber vê rewşê xwendevan di nava derûniyekî ne baş de ne. Li wargehê divê derfetên baş ji bo perwerdê bên amadekirin. Di şert û mercên wisa de rewşa mamosteyan jî girîng e, gelo dê çawa karê xwe bikin. Dorpêça heyî bi her awayî bandorê li tevahiya qadên jiyanê dike. Bê derfetî rewşekî zehmet derdixe holê."
 
'Ewlehiya wargehê nîne'
 
Pakîstan, destnîşan kir ku xala girîng ya din jî ewlehiya wargehê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Xalek din a herî girîng jî ewlehiya wargehê ye. Vê gavê jî gelek xaterî heye û metirsiya hebûna çeteyên DAÎŞ'ê heye. Em çend caran bi êrişên DAÎŞ'ê re rûbirû man. Her wiha li vir tevgera balafirên keşfê û yên şer hene. Rewşa niha heyî xetereyekî mezin e. Bê derfetiya heyî çawa bandorê li jiyana rojane dike, li ser ewlehiya wargehê jî bandorê dike."
 
'Ligel hevdîtinan dîsa jî bêdengî heye'
 
Pakîstar di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtên ku hatine kirin û got: "Şandeya ku li Mexmûrê hatî avakirin li dervêyî wargehê gelek hevdîtin pêk anîn. Mirov dikare hinek aliyan erênî bigire dest. Bi gelek sazî dezgehan re hevdîtin hatin kirin. Derbarê rewşa wargehê de agahî hatin dayîn. Ne tenê hevdîtinên şandeyê li wargehê sazî û dezgehên wargehê jî daxuyanî dan. Lê belê heta îro jî raya giştî bêdeng e." 
 
'Yekitiya me hebe tu hêz nikare êrîş bike'
 
Hevseroka Meclîsê Pakîstan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî (YN) û wiha axivî: "Carek din em wek penaberên Mexmûrê bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi erka xwe rabin. Ji ber ku NY bi erka xwe ranebûn bi rastî ev rewşa ku tê jiyan kirin ji bo kesên ku xwe wek mafê mirovan bi nav dikin şermekî mezin e. Di aliyekê de jî em dikarin bêjin ev bêdengî alîgeriya ji bo van êrişan e. Bi teybet em bang gelê xwe yê Başûr dikin ji ber ev rewşê  kurdwariye pêwiste ku li hemberî vê rewşê bêdeng neminin bi erkê xwe yên wijdanî mirovî rabin. Em wek netewa kurd di hemû rojan de li hev xwedî derkevin ji bo kurdan tiştê herî pêwist yektiye. Yektiya me hebê wê tê hêz û êriş nikarbe vina me lewaz bikê."