ROJEVA 14’Ê ÎlONA 2020’Î

  • 09:00 14 Îlon 2020
  • Rojev
* Jinên dengbêj yên ji Herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê dijîn gotin hest û ramanên xwe bi stranên xwe tînin ziman û gotin: "Huner derxistina hestên mirov e. Her ciqas dem li ser dîroka dengbêjiya jinê re derbas bibe jî dîsa jinê parastina kevneşopiya xwe kiriye û ji civaka xwe re parve dike." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Pakîstan Bîlen, bal kişand ser ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya ku 15 meh in didome û got: "Ambargo bandorê li debarê, li tenduristiyê, li perwerdê û li ewlehiyê dike. Ligel hişyarî û hevdîtinên me NY, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi israr bêdengiya xwe diparêz in. Heke yektiya me hebê tu hêz nikare êrişê me bike û vîna me lawaz bike." BI DÎMEN 
 
*Endama Komîteya Zanista Jineolojiyê Zaxocan Hisên û Mamosteya Jinolojiyê Zehîde Mamo ya Herêma Efrînê girîngiya hebûna jineolojiyê di nava civakê de anîn ziman û wiha gotin: " Armanca Zanista  Jineolojiyê ew e ku jiyaneke nû bi hevsengiyeke rast  bide avakirin û ji tevahî aloziyên civakî re wê Zanista Jineolojiyê bibe bersîv." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Giştî y DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu der barê Roja Ked û Kar de nirxandin kir û da zanîn ku di dîroka Tirkiyeyê de windahiya herî mezin a kar û îstîhdamê tê jiyîn û banga ‘pirsgirêkê bibîne, qebûl bike û çareser bike’ li hikûmetê kir.
 
 
*Mamoste û xwendevanên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê dimînin hestên xwe ji bo sala perwerdê ya 2020 û 2021'ê anîn ziman û wiha gotin: " Em derbasî sala nû ya xwendinê bûn, ev yek jî gelek kêfxweşiyê bi me re dide çêkirin. Piştî demeke dirêj dîsa em vegeriyan dibistanên xwe." DÎMEN HEYE
 
*Xanim Kabul a ku ji gundê Avyan ê Şirnexê ji ber  zilma dewletê ji gundê xwe koçber bûye cudahiya di navbera jiyana berê û niha de nirxand û got: “Tu xweşiya jiyanê niha nema ye û tu kefxweşiya wê nîne. Jiyana niha li ser pere hatiye avakirin. Ji ber wê di vê serdemê de birçîbûn û belengazî zêde bûye. Em bi hesreta jiyana berê û axa xwe ne.” DÎMEN HEYE
 
*Li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker her ku diçe zêde dibe. Psîkolog Gulşen Kiliçarslan diyar kir ku bi xebata di temenê biçûk de êrîşa zayendî jî pêş dix û got: “Dewlet di vê mijarê de xebatekê nameşîne. Sedema êrîşa zayendî û karkeriya zarokan xizanî ye.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Oyku Çakmak ku ji bo hilbijartina 4'emîn a Lijneya Giştî ya Baroya Amedê ku dê di meha Cotmehê de bê kirin bû namzed got: “Zêdetir rêveberên jin, ji bo aramî , hişmendî û têkoşîna maf û hestiyariyê, ji bo rewşa me ya di darazê ya pîşeyî de wê gelek girîng bin. Di baroyan de divê nûneriya wekhev hebe. DÎMEN HEYE